perwane û qeqnûs legeł semender

wituwêjî perwane û qeqnûs û semender
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  417 Dîtin
perwane û qeqnûs legeł semender
her yek ’îşqî xoy hawirde nezer
perwane witî min le pêş tirim
peř û bał sûtaw xatir řêş tirim
le ’aşiqîda merdî meydanim
hîç kes natwanê şan ba lem şanim
seday hełêna witî semender
lem meydaneda min gom birde der
wa be awî ’îşq ser ta pa teřim
le awir dam û nasûtê peřim
qeqnûs jinewtî em îddi’aye
witî emane eyłên bê caye
eger de’watan řase ne betał
boçî wêney min nabin be zûxał
diłber ke cemał wek řoj binwênê
çon ebê ’aşiq xoy nesûtênê?
aferîn qeqnûs bo cwabî xoşt
bo kizey derûn piř soz û coşt
’aşiq ta negrî û negřê wêney şem
newê we awir le ser ta qedem
nesûtê û newê we xołekewe
řojî umêdî hêşta her şewe
newê we çira bo bezmî yaran
newê we metay muẍazey şaran
nepşikiwê wêney ẍunçey beharan
newê we dewa bo derdedaran
tewawî azay newê we hetaw
le şarî ’îşqa ẍerîb û bê naw
bira ba êmeş ’aşiqê wa bîn
bo tarîkî şew yaran çira bîn
bo yarê negrîn xawen wefa wê?
bê teẍîyr baqî û dûr le fena wê
bo wextî sextî û tengî pena wê
bu zam nasorî diłman dewa wê
bo bew neqqaşe dił nedeyn tewaw
ke em neqşaney egrîne ber çaw
ba şîşey hewa peraş peraş keyn
řû le awêney zatî neqaş keyn
mede ey «zarîNasnava edebî» dił be zulf û xał
be muje û ebro çaw û lêwî ał