debê key bê legeł zîba nigarê

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  300 Dîtin
debê key bê legeł zîba nigarê
be keyfî xom bikem bos û kenarê
le baẍî wesłida her wek ’enadił
be xoşî bugzerênim řojgarê
debê key bê dû ḧuqqey sîmî ’eyyar
le des bigirim be bê bakî le yarê
debê key bê be bêperde legeł guł
bikem ’eyşê bebê ẍem wek huzarê
debê key bê wekû perwaney şem
le ’eşqit xo bisûtênim becarê
debê key bê le kuncêda be tenha
binîşim min legeł lale ’uzarê
ela «zarîNasnava edebî» be mehcûrrî binałe
ke nabînî wekû xot bêqerarê