bełê emşew şewî bos û kenare
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
1 Xulek
463 Dîtin
bełê emşew şewî bos û kenare
şewî ’îşwe û nişat û bezmî yare
şewî wesłî nîgarî diłřifêne
şewî mestî mey û saqî xumare
şewî kun kirdinî duřře be ełmas
şewî hełgirtinî qufłî be kare
şewî tîr xistine bo kesrî amac
şewî teqłedewî çabuk seware
şewî řengkirdnî feřşî ḧerîre
şewî maç kirdinî xeddeynî yare
şewî sa wa mekey mahî munîre
şewî îtir besey memkî henare
şewî xo kuştine haware «zarîNasnava edebî»
be toçî ’alemê wa kamgare