key ’îlacî derdekem wek bû’elî sîna ekey?
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
1 Xulek
509 Dîtin
key ’îlacî derdekem wek bû’elî sînaKes ekey?
çawî nabîna be gerdî damenit bîna ekey?
em hemû ḧusne le toda koye min wa tê’egem
nazî zîbayî beser kogay perwîna ekey
şane bo arayşî gêsû tekanî da, witim
ḧebsî polî dił le ḧełqey zulfî muşkîna ekey
têẍî bê bakî wicûdit řîşey cergî biřîm
’aqîbet defnim le kifnî sûrî xwênîna ekey
xozge bew řoje leser qebirim ewêsî yek nefes
te’zyey mergim legeł tekfîn û tełqîna ekey
«zaryaNasnava edebî» hoşt bibê ger sadqî lem ’îşqeda
serfî ’umrî xo le şewqî seru û nesrîna ekey