qeza bêkarî çun kuşt û xewanî

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  329 Dîtin
qeza bêkarî çun kuşt û xewanî
le «daşałûce» wa bû zîndiganî
hemû xasîyetî germên lewda
wicûdî bû legeł hî kwêstanî
beranî her wekû gamêşî sindûs
meřî wek keł gelî mazenderanî
le gaw û gwêlk û manga mepirse
hemû wek fîlî weḧşî hêndûsanî
ber û behrey berawî zêř bû û zêw
çinar û pełkî gencê bû ’eyanî
gizîrî gurg sîret mat û bêdeng
desî qudret gunî bada xesanî
biłêsey awrî bêgarî erbab
şepolî ’edlî ḧeq řayda miranî
beserçû zułim û cewrî dewrî zuḧḧakKes
ke berzo bû direfşî kawyanî
sepanan bûne xawen xak û azad
le zincîrî şwanî û sepanî
geyşte mişterî goşey ’emaret
dił aratir le şêwey şarsanî
çemen bû bîşe bû, sewze dił awêz
îrem sersam baẍ û bêstanî
çinaristanî çî bêjim nezîrî
nebû nabêt nakiryê beyanî
felek kirdî be çawo kewte bin aw
bełê gewher lebin awaye kanî
heta řojî qyamet «zaryaNasnava edebî» ah
ebê her hełbikêşin saknanî
witim key ẍerq bûy ey xakî zeřxêz
witî «ẍerqîmHisaba Ebcedê: ẍerqîm = 1350» bijmêre ezanî