derwêş bê dwawe le gel cêmaw û le dway

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  372 Dîtin
derwêş bê dwawe le gel cêmaw û le dway
ew řêge çewte çołe, eger be bîr û biřway
bê řîzî hoşyaran bizane bo çi karê
dirûs kirawî, ta key xerîkî karî bêcay
dêwane wa mezane em kare pirçe ya řîş
heta weha bî hawtay gwêdrêj ya gay
behay û hûy û hey hey, bem řeqis û hełpeřîne
’alem hemû ezanin meymûn û wirçî saray
edeb, biray dînî esase bo terîqet
madam bê edeb bî le řêgey lay û gumřay
nûrî edeb ledłita şołey nemawe boye
be qûle wa ezanî mîsalî ẍewsî beẍday
sedha nwêjî feřizit çwand û netgeřano
legeł hezar ẍefłet xerîkî zîkirî esmay
ey wişk meẍzî dawên be awî arezû teř
mezane way le beřda bewane ẍerqî deryay
be tepił û def, diřawî em dîne pîne nawê
bê dadgay îslam bizane çende řisway
gwê bigre to le «zarîNasnava edebî» ebê heta weha bî
be arezûy dêwî le’în, dûr le xway