key ’îlacî derdekem wek bû’elî sîna ekey?

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  287 views
key ’îlacî derdekem wek bû’elî sînaPerson ekey?
çawî nabîna be gerdî damenit bîna ekey?
em hemû ḧusne le toda koye min wa tê’egem
nazî zîbayî beser kogay perwîna ekey
şane bo arayşî gêsû tekanî da, witim
ḧebsî polî dił le ḧełqey zulfî muşkîna ekey
têẍî bê bakî wicûdit řîşey cergî biřîm
’aqîbet defnim le kifnî sûrî xwênîna ekey
xozge bew řoje leser qebirim ewêsî yek nefes
te’zyey mergim legeł tekfîn û tełqîna ekey
«zaryaPen name» hoşt bibê ger sadqî lem ’îşqeda
serfî ’umrî xo le şewqî seru û nesrîna ekey