ya îlahî řeḧmet biřjêne ser

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  303 Dîtin
ya îlahî řeḧmet biřjêne ser
zatî pakî ḧezretî «xîr albişirErebî»
ew řesûłe wa «xilîl alilhErebî» řicay
kird ta bêt û bibête řahber
ew řesułe wa «kilîm alilhErebî» û mesîḧ
bo zihûrî nûrî ew dayan xeber
ew řesûłe wa le xelqit hełbijard
cewherî însan û mumtazî «mifirErebî»
ew řesûłe wa le nûrî ew dirûs
bû esêre û řojî řûnak û qemer
ew řesûłe şewřewît pê kird û hat
ta le «sîdirhErebî» têpeřî kirdî guzer
«qim fanzirErebî» waye hestan danenîşt
bê ’îbadet leḧzeyê şew ta seḧer
ewełîn şem’î ke hełgirsa le nûr
zatî dana û bînayî bê beser
«zaryaNasnava edebî» dawa le barî ba bikeyn
dayenî ewman bixate des meger
bête meydanî tika xwahîş bika
bo xelasîman le zîndanî seqer
bem hîwa hatîne asanet nekey
ya îlahî em řicaye bê semer