ḧecî feqîre cum’e her wekû fermûye pêẍember

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  341 Dîtin
ḧecî feqîre cum’e her wekû fermûye pêẍember
lem ḧece feqîran hetane yeqîn xeber
bo dewłemen xuda ḧecî kirduwe me’lûm
êwen ke hemû cum’eyê eken eger
le kar dû se’at bibûrin leber eday
em feřze bo řezay xudawendî dadger
bo momînan cejne eřêjê xuda lewe
ser ehlî dîn řeḧmet û fezlî le ḧed beder
ey ehlî dîn kirdinî em nwêje çatre
le gişt dewłetî dinya û hemû kanî zêw û zer
bê ’uzrî şer’ terkî gunahî kebîreye
bo şah û bo geda û bo bêkar û karîger
em nwêje be cem lazme bîkeyn û nefewtê
xoman ba nekeyne desteçîle bo seqer
zułmêke ey biray musłiman le xot ekey
fewtandî em nwêje leber karî bê semer
daray lîbasî û leşt saẍe twanay
’îllet çîye em wacbe eçwênî ey beşer
le kwêwe hatûy têfkire bo kwê eřoy
bê toşe ehlî hoş, key eřwat bo sefer
emřoke tê bikoşe abřût ba neçê
ew řoje ke dîwanî kirdewet ekey nezer
ya řebbî be řeḧmet bide tewfîqî ême bo
eday feřzî xot û peyrewî adabî pêẍember
to destî ême negrî le beḧrî gunahda
ẍerqîn nîye wasîteyê pî biçîne der
siłamî nwêj ke diryawe biław bîn, biken
daway řizqî zor le řezzaqî řozî der
bo ême ’are «zarîNasnava edebî» nekeyn xidmetê be dîn
her wek ekeyn xidmetî kewş û kewa û pêçî ser