5

Li pirtûka:
Lalo Kerîm
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 23 Xulek  910 Dîtin

beyanî giznigî hetaw kewtin. herçî pyawî naw pyawan û kuřekuřey awayîyeke hebû hemû řûyan kirde mizgewtî dêyeke û leser seko panekey kořêkyan best. zorî pê neçû, kakła’aẍa be xoy û de dwanze destupêwendî piřçek û dû efenîyekey şewêwe xoyan kird be mizgewtekeda. melaqadrî řeşexêl ke melay mizgewteke bû û be xizmayetîş egeyşte xêzanekey aẍa, lew kateda le heywaneke qur’anî be çend suxteyek řewan ekird. ke çawî be aẍa û efenîyekan kewt, her ewendey pê kira feqyekanî becê hêşt û pelepel feqyanekey hełkird û be hełedawan xoy geyande aẍa û mîwanekan û her le řêwe, yekî sê çwar bexêrhatnî germî kirdin û witî:

«wełła lazme cenabtan a’faErebîy tiqsîratErebîm bifermûn, ke şewî mazîErebîy na’ilErebî nebûm be tirḧîbErebîkirdintan. wastةErebîş ewe bû bi’zîErebî aşxasErebî le awayîy «kwêredê» weşdî riḧalErebîyan kirdibû û qidumErebîyan hênabû bo tucîhErebîy çend su’alErebîêkî şer’ û fitwîٰErebî, minîş miftirErebî bûm riẍbitErebîyan tiḧqîqErebî bikem... we alaErebî xway mit’alErebî ’alimErebîy sir û alxifyatErebîe ...mis’ilةErebî dyanةErebît nebuwaye, awza’Erebî herlunêk buwaye mişirfErebî ebûm be dîdartan.»

ewey wit û emcar bangî kirde feqyekanî bo doşek û beře û witî:

«a kuře! em mifruşatErebîane qilîlErebîn... bizanin çî lewêye neqłî ken bo êre.»

ke doşek û piştî hênrane xizmet mîwanekan û her kese şwênî xoy girt, her danîştin û danenîştin, aẍa be her çwar lada kewte çawgêřan û tawêkî çak be dewrupşitî xoya hełřiwanî, wek şitêkî zor benirxî lê gum bûbê û be dwayaye ’ewdał bê. lepiř bangî kirde xełqeke û witî:

«ewe kwa lalo kerîm?!»

’eşameke nextêk bêdeng bûn. dwayî, yekêk lew lawe hełîdayewe û witî:

«we xwa! wa dyare hêşta nehatge... şewê yejay serim yeşê, řenge hełnestawê le xew.»

aẍa her ke ewey bîst, demudest yekêk le miskênekanî řaspard û pêy wit: «her êsta eçît bo małî lalo kerîm û eger nustibû xeberî ekeytewe û legeł xot eyhênî. xo eger hełîşsabû û xerîkî îş û kar bû, ewa pêy ełêyt: fiłane kes ełê her karêkî be desteweye fiřêy da û heta pêy ekirê xêra xoy bigeyenête êre!

emey wit û řûyekî kird be lay efenîye çawîlkeleçawekewe û pêy wit: «cenab! lalo kerîm le konewe hetîwî xomane, û be cazucger xizmetman eka minîş her leber eweye wa le’endazebeder diłnewayî ekem û her katê wextî kokirdinewey awane û miłkane bê, lew zyatir be kesî key naspêrim; çunke destipak û besfet û diłsoz û serřaste. ewîş xwa hełnagrê heta biłêyt êmey xoş ewê û serî le řêdaye boman. be xwa! bigre carî wa buwe, sê şew û sê řoj xew le çawî nekewtuwe pas xerman û řez û merezey bo kirdûyn... lewetey giranyekey pêşuwe û em kabraye hatuwete êre ew ḧele zeman řeḧmetîy bawkim buwe lew demewe heta êsta ne řeḧmetî û ne min hêştan hîçman diłman lêy neyeşawe. ke hatuwe bo êre û penay birduwete ber xwalêxoşbû, ewîş pyawane dałdey dawe û zor ḧurmetî girtuwe û her tegbîr û řayekî bibuwaye le pêşa eynard be dway laloda. minîş her leser ew dawwidezmîre řoyştûm û eřom... we heta le wizema bûbê, yarmetîm dawe û destigîroyîm kirduwe, le řêy xwa û gořekey bawkima... .»

aẍa lem qisaneda bû. kabray qasî hatewe û witî:

«aẍa! we xwa lalo ha le małewe lenaw cêgada keftige, dûr le gwêran tay lê hatge û yejê natwanim le erz řasto wum.»

aẍa ke emey bîst, nextêk řengî têk çû û witî:

«hay bexêr neyeytewe awa ey netut filan kes ełê bê?? ...»

kabray miskên serî daxist û be dengêkî piř le şipirzeyyewe witî:

«bełê qurwan le fermayştekey cenawtim ḧałî kird. keçî yejay: ḧerzî bike pêławekanî enême ban serim... her le şewêwe qełem dest û pêm şikage... natwanim we pawe bwêstim... egîna her ehatme xizmetî.»

aẍa be carê řûy girj bû û be tûřeyyewe witî:

«biřorewe pêy biłê, aẍam ełê her ebê bêt... ke hat, melaqadir eyetelkursîyekî besera kûf ekat... destibecê çak ebêtewe... do’ay melaqadir yekawyeke bo lerzuta. debřo xêrake legeł xot bîhêne... řake dey!»

miskêneke her ewendey pê kira hey pêy lê kird û çuwe kin lalo kerîm, bełam em care nizîkey nîw se’atêkî xayand keçî ne lalo dyar bû ne miskên, aẍa be demuçawî miřumoçya dyarbû ke pestîyekî tewaw daygirtuwe, egerçî be dirêjî em çend wexte pîşî xwarduwetewe û le diłî xoya gilî dawetewe. ca ke ewendey pê çû lalo û miskên her dû be carê gořyan gum bû, axrî xoy bo negîra bangî kirde hesenî ’ebe şanişkaw û pêy wit:

«her êste eçît lalo kerîm ekeyte qełandoşkanit û řay’efřênî bo êre.»

hesen xerîk bû wizaqî xoy bidat bo řoyştin, lew demeda lalo û miskêneke le dûrewe hełtek hełtek derkewtin. her ke aẍa çawî be lalo kewt, wek gułî demew beyan geşayewe û řengêkî tir hate řûy.

lalo herçende beser zarî hengawî qursî û bêtaqetaney da’egirt. keçî ke hate pêşewe, hîç nîşaneyekî nexoşî le çiřuçawya dyar nebû. her geyşte cê û negeyşit, aẍa gurc bangî kirde nizîk xoyewe witî:

«lalo kerîm! ewe boçî dwakewtî... ? çi xêrte? a dey melaqadir were êrewe do’ayekî besera bixiwêne!»

melaqadir tezbîḧe nêrcîle seduyek denkîyekey le gîrfanî kewa şořekey dirhêna û kewte lêwbizwandin û fûhawîştin bemla û bewlay xoy û xełqekeda û xêraxêra tezbîḧatîşî bedemewe ekird. qedrêkî çak emey kird. paşan, witî:

«înşa’ełła be hîmmetî ceddî kake ḧimedewe îfaqet dê û ’elemit tya baqî namênê mi’ mafîhErebî, eger tiqazaErebîy kird yasînêkî miẍirbErebîyişt bo enûsmewe be qiti’ةErebîyek mişim’Erebî tiflîfErebîy bike û be ’izimErebîy tirquةErebî ta ti’lîqErebîy bike.»

lalo řûy kirde aẍa û be dengêkî ałozkawî piçiřpiçřewe witî:

«we xwa aẍa... dûr le řûtan herçî gyanî xwa dawye we min; her le tepił sermewe ta kełe’engust pêm jan eka, eger merexest bikirdimaye, bê qeyî wê biçûmaye lêy řakşyamaye zor xêrtegeyşit... .»

aẍa gurc hełîdaye û witî:

«başe, başe... to carê dewrupişt û sinûrî ew parçe zewyane le berdem em zataneda hełbide, ewsa xwa ḧafîzit bê. biço lêy pał kewe ta xwa şifat eda.»

lalo kemêk boy mat bû û çawî biřîye erzeke û lejêr lêwî xoyewe witî:

«zewîy çî efermûyt?!... qurwan!»

aẍa em care betundîyekewe weramî dayewe:

«çon zewîy çî! ey gwaye ḧemey demřast hîçî bo bas nekirdûyt? le xwa û gořî mirduwan be zyad bê ewendeman zewî heye. piştawpiştiman lêy eḧesênewe... hêşta ełêyt zewîy çî!»

ḧeme lew lawe řast buwewe û witî:

«we xwa... aẍa! dwêşew ke le xizmet cenawit merexes wiwîn, serman le qiseye tir gîr wu... îtir, beşaretim westira pêy bêjim... nawê diłit bêşê... qurwan...»

lalo tozê serî berz kirdewe û be dengêkî espayî û piř le şiłejanewe witî:

«qurwan! ezanim le sayî xwa û hîmmet şêx «ewlqadir geylan»yiyewe zewîtan fire hes, bełam yejim kamyan efermûyt...! ewe ḧeme xoşî ḧerzî cenawtî kird hîç qisewwas wehay la nekirdigim.»

aẍa serêkî řaweşand û witî:

«ey konesofî... sûreçnar awayî... ’ebezle... ebû dwênê şew ḧeme pêy butîtaye.»

lalo kerîm serî nextêkî tir hełbiřî û be dengêkî xinkawewe witî:

«qurwan... fermût sinûr...y çî bêjim...? çon???»

em care, aẍa her dû çawî zeq kirdewe û řast biřîye lalo kerîm û pêy wit:

«beřastî wa dyare em nîmçetaye xełefandûtî kabra...»

emey wit û wîstî dirêje be qisekey bidat, bełam kabray efenî çawîlkeşořekey ser lûtî nextêk hênaye pêşewe le çawî û gurc qisekey pê biřî û witî:

«aẍa! cenabit misa’dةErebî bifermiwê... ba min ḧałî bikem.»

înca, çend hengawê le lalo hate pêşewe û witî:

«lalo, ew zewyaney ke aẍat boy bas kirdît pêman biłê bizanîn sinûrî her yekeyan le kwêwe dest pê ekat û egate kwê û le bineřeta hî kê buwe û be kê firoşrawe û çend sałe be dest cenabî kakła’aẍaweye...! ewsa ebê le meḧkemeşa herçîyek lêre eyłêyt, lewêş ewe biłêytewe... îtir her ewene.»

 

lalo kerîm wek tasêk beserya bê, matîyek daygirt û tozêk westa. emca witî:

«ca woçê! gwaye em zewyane xirawnetewe werdest ḧakim û ḧukmatewe xwanexwaste?!»

bełam berlewey weramî em pirsyarey bidrêtewe, lepiř efenîyekey tir hestaye ser pê û nextêk pantołekey hełkêşa û qopçey çaketekey daxist û singî daye pêşewe û witî:

«begim to cenabit wazî lê bihêne. ba min têy bigeyenim min şarezay demudwanî emanem.»

înca, řûy kirde lalo û pêy wit:

«lalo! em zewyaney ke êsta aẍa boy hełdayt minazة’ةErebîyan lesere. ebê yek yek tiswîةErebî bikirên; bo ewey hemûy yeklayî bikirênewe û tapo bikirên. bo emeş çend şayetêk gereke ke serḧe û sinûrî ew şwênane betewawî bizanin û toş yekêkî lewane, îtir to çî ezanî lebabet em zewyanewe bîłê...? êste ême tenha minaze’ekerekan û şayetekan qeyd ekeyn û qisey demyan wer’egrîn û lay xoman eynûsîn. dwayî, miḧakemekey le şar ekirê... êste tê geyştît?!»

lalo nextêk kelekey xoy hełkiřand û witî:

«efenî to şekir bixo. aẍa xoy cenawî qewałey le xizmeta nîye! îtir woçî gwaye wa mêmłî lê peyda bûge?»

her ewende lalo kerîm wişey mêmłî hat beser dema, aẍa be tûřeyyekewe dengî lê hełbiřî û witî:

«be xwa to kabrayekî saznide û dirêjdadrît! to heqit çîye beser em qisanewe! selkî sîrît! qiniçkî pyazît! çît? êste wextî em qisaneye? ... axir ser û senemey çwar řîjgawî le gwêy gada nustûy wek to bû herçî borepyaw û nakesbeçe heye lêman řast buwewe... de qise bike qise! dey!»

em care, lalo nextêk xoy ko kirdewe û behêwaşî tozê le aẍa hate pêşewe û witî:

«qurwan her dû destekanit maç ekem... pêław xot û mindałekanit exeme ban serim... borepyawî çî řast بۆتۆە... bîm we qurwanit! tu xwa ba wizanim mesele wetwawî çîye?»

aẍa be dengêkî piř le gileyî û serzeniştewe destî be qise kirdewe:

«axir hey bê’eqłî nefam! ey nazanî «tale»y kak nahesenî berdeřeş lêman řast buwetewe û temayetî her be qałey dem, xoy bika be birabeşman... wezanî emeş îş hetyûmetîwe! ... înca ha...»

lalo ke nawî taley kak hesenî hate ber bay gwê, çawî gezêk dapçiřî û temaşayekî dewrupşitî xoy kird. kesî bêganey lenaw komełekeda nedî, cige lawêkî çwarşaney têksimřawî simêłsûrî cildiřaw nebê. nextêk lepişt efenîyekanewe be çîçkanewe danîştibû, parçeye qaqezî zerbawî lûlekirawî be destewe girtibû. lalo nextêk têy wird buwewe. dwayî, zerdeyek hate ser lêwe wişke lerzokekanî. wirdewrde le kuře genceke nizîk buwewe, heta geyşit berdemî û lepiř destî kirde milî û tund guşî be xoyewe û emlaw’ewlay kuřey maç kird û çawî piř bû le firmêsk û bedem qułpî giryanewe witî:

«tu xwa to kuř kakehesenî? tu xwa to kuř ewî...? ay çaw zemane kwêr wê û lêłayî min daye wo lalohesen, dest min bişkê wo ew bawke ẍîretet... erê we xwa tifeng biřnaw û mayne şê her le xoy ehat, heta e wipyaw wu hezaran kes le dîwexan ewa nanî exward...! tu xwa to kuř lalohesenî...?»

kuře be kizyekewe weramî dayewe:

«erê we xwa min kuř ewm... dyare ke to bawik min binasît... eşzanît em zewyane ḧełał kên?»

bełam aẍa neyhêşte ser ewey lalo û kuře leme zyatir řaz û gileyî biken. qaym neřanî beserya û witî:

«lalo besyetî hełeweřî û çenebazî, em xełqe hemû çaweřwanî ton, were çî ezanî bîłê û le kurtî bîbřewe.»

lalo wa dyar bû le neřekey aẍa siłemîyewe; boye çend hengawêk le kuřeke hate em lawe û be çîçkanewe danîşt û serî daxist û çawî biřîye erzî sekoke û berdêkî biçkoley hełgirt û destî kird be xetkêşan leser zewîye awiřşênkiraweke û qedrêkî çak ewey kird. xełqekeş herwa bêdeng û bêwirte her yeke le şwênî xoyan řeq bûbûn, bełam dengêkî kutupiř perdey ew kişumatîyey diřî. lepiř aẍa be qîjeyekî qaymewe têy xuřî:

«lalo! êste, yan qise bike, yan biłê nayzanim, ewende beserman megêře... dey!!»

bełam lalo be nîk û be bed weramî nedayewe wek misî le gwê kirabê. leber ewe aẍa naçar bû be tûřeyyekî aşkirawe biłê:

«ewe bilwêre bo ga lê edem... lalo teřemaş! ewe bo zimanit le go kewtuwe?»

lalo be dengêkî peşokawîy leserxonemawewe witî:

«wełłahî qurwan... bêjim çe! ewa min řîşim çermûg wu û serim le gwê qewr elezê... giştîm we taḧet xwawe weser bird... êste ewê...!»

îtir be qisekewe xinka û boy tewaw nekira, bełam kakła’aẍa, be neřeyekewe hełîdaye:

«êste ebê çî bikeyt? etewê biłêyt kafir ebim û xwa lêm eřencê? hay! hay! hay! be xwa şitêkî başe... boçî min daway karêkî naheqit lê ekem! hey gewcî řîjgaw? şermezarî eme dinya û ewe dinya bît!»

lalo be şipirzeyîyekî tewawewe weramî dayewe:

«aẍa bîm we syaqey xot û mał û mindałit... min her noker û nanxor êwem... bełam qurḧan... ... ha le mecêna! qurḧan! ... qurḧan we qurwan îsim û nawî wum fire gewres swêndpêxwardnî çe we řast çe we diro pyaw eka nuẍro... .»

lemeda bû efenîye çawîlkeleçaweke nextêk çawîlkekey řast kirdewe û witî:

«êwe boçî ser le lalo eşêwênin!»

emey wit û xêra řûy kirde lalo kerîm û pêy wit:

«lalo xo êste hîç qur’an û ḧedîs lenawa nîye! to çî ezanî bîłê dwayî emênêtewe ser meseley meḧkeme... ewîş şitêkî wa nîye kar nîye xwa asanî neka.»

lalo zerdexeneyekî piř le şerim û terîqî hate ser lêwî û be tîlayîy çaw seyrêkî taley kakehesenî kird û witî:

«ca xase wo meḧkemeş cwab name tê wedwama...»

emcar, efenîy defterbedest gurc hełîdaye û witî:

«ca ba bêt be dwata... xo serit nabiřn lalo! boxot le xizmet aẍada eçît keyfêkî naw şarîş ekeyt û le xizmetya egeřêytewe.»

lalo ke emey bîst, henaseyekî sardî hełkêşa û witî:

«ca xo min nayejim serim ewiřn... ewan ser pyaw wek minyan wo çîye? ser min we quřa çê... wełam yejim qurḧan nakefête mecênewe?»

efenî be pêkenînêkewe weramî dayewe:

«ay! ca qey çê ka! ba qur’an bikewête beynewe... xo to diro nakeyt? diro ekeyt? »

lalo dîsanewe serî daxsitewe û çawî biřîyewe erzeke û qedrêkî çak bêdeng bû. lenakaw, dengêk dayçiłekand. aẍa şatandî beserya:

«êste lalo kerîm! taqe yek qiset lê epirsim cwabî biderewe û hîçî tir: ne swênd bixo û ne quř’an biřepêne... to em zewîyane be hî kê ezanît?»

keçî lalo wek quřquşim kirabête gwêyewe, çend niqe le dar û berdewe hat ewendeş lewewe. em care, aẍa xoy ko kirdewe û çend pêyek le lalo hate pêşewe û lepiř yexey sełtekey girt û řayweşand û witî:

«legeł tome... to... mirdûyt... eger mirdûyt, ba bizanîn ta gořit bo hełkenîn! de qise bike qise... çak yan xirap.»

aẍa legeł em qisaneda xêraxêra laloy řa’etekand û xełqekeş be carê sersam bûbûn. neyan’ezanî çî biken wek em bezme le xewa bibînin.

hemû çawyan biřîbuwe lalo kerîm û herkese le şwênî xoyewe řeq řawestabû.

lalo be şêneyî danewyewe û temay bû qaçî aẍa maç bikat bełam aẍa gurcugoł qaçî xoy kêşayewe û witî:

«maçumûç pare naka... êste ebê qise bikeyt... bizanim mebestit çîye?»

lalo ke zanî hîç çarey nemawe û her debê qise bikat, emca be dengêkî peşokawî lałewe witî:

«aẍam! we qu... qurwan qewr... bawkit... wum. lêm geřê... bîke we sinu... sinûq ser pêẍember lêm geřê... em îşe we min... min nakirê. her şitê cenawit yejît min serim ha le řêya, bełam eme qur... qurḧane!»

lem kateda, aẍa qisekey pê biřîyewe û wext bû be destekey tirî nextêk ser û gwêlakî lalo bikutêtewe, bełam efenîye çawîlkeleçaweke gurc hestaye ser pê û destî aẍay girt û le yexey laloy kirdewe û witî:

«to fermû cenabit danîşê, her êste lalo qise ekat. îtir, ḧeyf nîye to destî xot leweda pîs ekeyt?»

aẍa destî le çimkî sełte pînekirawekey lalo berełła kird û řûy kirde efenîyeke û be tundîyekewe witî:

«efenî! xot ezanît min mebestim ewe nîye em gwêdrêje qise bikat, yan na! min le şewêwe betema bûm ke beyanî lepêş hemû kesêka bête êre û ke hat, ewe bû dît çon hatnêk hat... dwayî, xo min leser şayetîy em namerde pekim nekewtuwe... bełam em eyewê min...»

wa dyar bû, lalo em qisaney dwayî karî le cergî kirdibû; boye be tirsulerzêkî zor û be dengêkî têkeław û be qułpî giryan xinkawewe witî:

«aẍa gyan bîm we noker seyekanit! min nawêrim we řast swênd bixom... ! çe... caye... ye...»

îtir dujminî gyanit bê em qiseyey lalo wek fîşekeşête aẍay bird be ḧewada û be carê çawî peřîye piştî serî û her ewendey pê kira hestaye ser çok û witî:

«êste řastîyekeym bo derkewt... bom derkewt... mebestit eweye biłêyt emewê bedro û delese û be zorî de geng em miłkane bikem be hî xom! etewê wa biłêyt? hey dewîtbab! hey segbabî bêsfetî qisetiřn... ! wa dyare to nexoş nît, be řeşesîl topît awa... ! dyare... dyare... ewe boye etwîst neyeyte êre... ! em... hebê û nebê, segbab tema’it nirawete ber.»

lalo be řengêkî zerdî hełbizirkawewe serêkî hełbiřî û dîsanewe lêwe lerzokekey xistewe kar û witî:

«qurwan pêławekanit enême ban serim... tu xwa ḧaciz mewe... dinya giştî pênc û dû řojêke û ئەûڕێتۆە.. îmřo dinyaye û sweynê qyamete... pyaw çon etwanê xoy şermezar lay xwa û dîwan meḧşer bikat! xo eger temaḧîş yejît ewe qurḧane řeşekey em mizewte û şêx qadir kesnezan xoyan xewerdarin, eger her le kaseye ماستۆە heta mirîşkê heta wuzne latê we małma hatwê... !»

em care, aẍa her ewendey pê kira řast berze û biłêz buwewe û qîjandî:

«wus be îtir! swałkerî swałkerbeçey çiłkawxor... wus be... egîna zimanit ebiřim. naheqit nîye řîxołekanit xûsawetewe; boye wa çawit sûr buwe û zimanit peyda kirduwe. tif fuwe... le çaret awa.»

tifêkî gewrey hawîşt bo demuçawî lalo kerîm. çend piřîşkêkî çuwe çawe sûrhełgeřawe firmêskitêzawekanîyewe û xistinîye pirtepirtikirdin û hendêkîş çuwe demyewe û lêwe wişkekey teř kirdewe. ewî tirîşî be řîş û simêłyewe gîrsayewe etut çilûreye û be gwêsewaney ladêda hatuwete xwarewe.

aẍa ke emey le lalo kird, lalo destibecê areqî terîqî řişt û be textî tewêłya hatexwarewe bo nawçawî û têkeł be tifekey aẍa bû û her ew deme wek wiłaxî jankirdû hate hajîn û kefçendin, bełam lepiř zimanî pija û demî hate go û witî:

«erê bisułmanîne! eha we heqî sî cizim ew qurḧaney ha lem mizewte û ha le sing em melaqadir ḧazryeda, herçîyek yejim řaste û diroy tya nîye yaxwa eyer min we diro mał yekêk we hî yekê tir bikem, xwa selb seremerg û řûřeş ew siḧatem ka ke daman yełne qewrekewe. em zewyane ke aẍa hełîdan giştî hîn bawik ew kuřen û îstekê ew kuře we şerḧ xêw em miłkaneye paş bawkî – lalo lew demeda destêkî bo kuře genceke dirêj kird - û maf kesî tirî pêwe nîye. ewetî řeḧmetî bawkî kujrage, aẍa girtûye jêr dest xoy...»

lalo ke ewey wit. be layekî çaw temaşayekî aẍay kird, dî řengî be çeşnêk gořa bû wext bû daxî em qisaney pê biřêjê. ke çawî bewe kewt, nextêk dengî nizim kirdewe û witî:

«ca îtir nazanim lêy kiřîgin, nam xoyan pêyan firoştige, ewe ḧukmat çonî ewřêtewe keyf xoyesî... min bo ewey kafir newum...»

aẍa zerdeyekî piř le ẍezeb hate ser lêwî û řûy kirde kabray efenî û witî:

«efenî! tu xwa! to lêy bipirse biłê hey segbabî ziřtebozî kaselês kemit zekat û beratî ew miłkane wergirtuwe?»

lalo em care be dengêkî nextê qaymtirewe le carî pêşû witî:

«qurwan xo eger kes neyzanê cenaw melaqadir xoy eyzanê, ew zekatey min werim girtige çon wiwe. xoy teşrîfî qebłandûyesî we pare... we parekey dawete dest min û fermûyesî qewwiłî ke. minîş qewwiłim kirdige. dwayî, fermûyesî de bîwexşerewe we xom. minîş wexşîwmetewe we xotan. êweş xwa lêyan wezyad ka û nan kem nexon, weramwer gişt ew naz û nîḧmete yek dû hoqe çełtûktan pê dagim. xwa lêtan نەشارێتۆە.»

aẍa xerîk bû bête qise, bełam zerdexeney efenîye gence defterbedesteke nextêk sardî kirdewe. lew demeda, melaqadir neykirde namerdî. destipêşkerî xoy kird û be tûřeyyekî tewaw û be lûtêkî be’enqest mingikirawewe witî:

«lalo teřemaş! xo to minîşt xiste sifErebîy mithimînErebî... to her namaqûłîyek ekeyt bîke, likinErebî ḧed û řayet nakewê aftiraErebî be ricalErebîy îslam bikeyt, buxtan kirdin be atba’Erebîy xwa û řisułî xwa kufrî mitilqErebîe û her şixisErebîêkîş kafirErebî bikujê ḧidîsErebîy şerîf efermiwê destî sewz ebê; çunke qetłî kifarErebî wacb alucubErebîe.»

kakła’aẍa ke ewey gwê lê bû, be carê giřî girt û îtir sêwdûy lê nekird gałî destupêwendekanî lê da û witî:

«a dey em segbabî kafre bidene ber şeq... a dey be liqe firîşkî bixen le pêş çawim, adey serî binêne gořî bawke topîwî.»

îtir dujminî gyanit bê! de dwanze zelamî zebellaḧî lendehûr bo lalo řast bûnewe û têy ałan. ewendeyan pya da, şiřewdeřeyan be berewe nehêşt.

lalo letaw pîrî û zebrî têhełdan, way lê hatbû ney’etwanî xoy be pêwe řagrê; naçar destî kird be pařanewe û lałanewe, bełam hezar hawar û qîje û xwa û pêẍember pûłêkî ne’ekird. axrî, be şeq leser sekoke fiřêyandaye xwarewe. hetawekû, yekêk le berdeste nizîkekanî aẍa destewxencer hełîkutaye serî û xerîk bû wincřuncřî bikat.

bełam xwawřastan kabray çawîlkeleçaweke ewey dî, demudest neřanî beserya. twanî tika le aẍa bikat waz le lalo kerîm bihênin. baş bû, lalo îşî bewe nextêk çak bû. egîna, demê bû le ḧewt sałan řast ئەبۆەûە. îtir, le xwar sekokewe lalo pał lêy kewt. yekêk eyut mawe û de eyanut mirduwe.

paş nextêk, aẍa hestaye ser pê û xoy tekand û be dengêkî nûsawewe witî:

«êste êwe çî efermûn...?!»

kabray çawîlkeleçaw liçêkî hełqurtand û witî:

«be xwa! lam waye, wa çatre eme hełgirîn bo řojêkî tir, îmřo laloy namubarek bezmî beser hênayn... be řastî... aẍa! hîç gewrewbiçûkî nemawe... !»

aẍa gurc hełîdaye û witî:

«bezmî çî? be serî bawke kesnenasekey îtir nabê lem dêyeda bitřê... to xoş bît, ’umrî dirêjî her îmřoye. ay! be xwa baş başe! xo herçî hetîwçe û siřuswałker heye wek sincûq lêman řast buwetewe! erê babe naḧeqyan nîye hemû řîxołeyan xûsawetewe... îtir, boçî har nabin!»

înca, herdû efenîyeke hestane ser pê û berew cêyekeyan wirdewrde kewtine řê û wityan:

«ême wa eřoyn bo dêy çwargurgan, ca xwa bîka sibeynê zû egeřêynewe êre.»

aẍa herçende tyayana kul û kafir bû bo manewe û qawełtîkirdin, gilyan nexwardewe. ewîş heta ber otombêleke legełyan çû û xwaḧafîzî lê kirdin û paş řoyştin ewan be monêkewe geřayewe bo dîwexanekey be xoyî û komełe xełqekewe. lalo be taqî tenya le berdem sekokeda mayewe.