6

Li pirtûka:
Lalo Kerîm
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 7 Xulek  623 Dîtin

nizîkey se’atêkî pê çû. lalo her çirçî lingî řakêşabû û leber xoyewe wek giranetêdar eynałand, bełam lenakaw le dengêkî espayî řapeřî. ke çawî hełhêna û serêkî hełbiřî, kesî le dewrupşitî xoy nedî cige hawřê xoşewîstekey nebê! ew hawřêyey ke lenaw hemû xełqî awayêkeda ewî pesind kirdibû. bełê çawî be birayme’efenîy mamosta kewt. bîcameyekî řengawřengî leber kirduwe û cûtê solî tazey kirduwe beser nuçkî pêyewe û ewende serî xoy çewr kirduwe, řon be nawçewanya yete xwarewe û birîqe edatewe û le jûr serîyewe westa bû û be hêwaş eyut:

«lalo kerîm... heste! heste!»

biraymefenî laloy hestande ser qing û serî naye pena gwêy û be çirpe pêy wit:

«lalo ewe çît kird xwa bitgirê! eme řojî eweye małwêran! ême waman wit...! řake ta zuwe destî aẍa maç ke, dey... ta derî nekirdûyt le dêke... axirşeř! be xwa swêndî lê xwardûyt her êste şarbederit ekat.»

emey pê wit û xêra têy teqand. becêy hêşt. lalo řengî zerd hełgeřa û deste xwênawîyekey hêna be demuçawya. hemû leşîşî xiłtanî xwên bû. ke seyrêkî cilekanî kird, temaşay kird hemûy helabehelan. kiław û camanekey çend hengawê dûr le xoy kewtûn û sebîlekey le erzekeda fiřê dirawe û buwe be sê çwar kertewe. kîse tûtnekeş buwe be towî ew nawe. ke emey dî, nextêk sersam bû û destî xiste jêr çenagey wirdewrde firmêsk hate çawyewe. wext bû xwênî lacangekanî bişwatewe, bełam danî be xoya girt û hêzî daye ber xoy û hestaye ser pê û be şeleşel berew małî aẍa kewte řê. her geyşte berdemî małeke û negeyşit, aẍa le pencerekewe qîjandî û witî:

«a dey bew segbabe biłên neyet, kuře nexłetabin byełn xoy bixate tewîlekewe.»

lalo serêkî berz kirdewe bo pencereke û her dû destî hełbiřî û be dengêkî tasawewe witî:

«aẍa bîke le ڕاە xwa û mewlûd pêẍembera lêm xoş we... aẍa bîke we sinûq ser mindałekanit.»

aẍa em care ne’reteyekî lê da, bełam çon ne’reteyek ew jûre le tawana dengî dayewe û witî:

«laço segî segbab lepêş çawim. ba gał nedem tewawit ken. be xwa şitêkî baş başe! pyawetî xome yetewe řêm. laço segbabî bêsfet leber çawim... laço! dey... a dey kuře segekanî tê ken.»

îtir her ewendey nezanî, dû sê gemałî ziley diř ambazî bûn û qabyan girt. ewîş naçar ma her pêy lê bikat, bełam segekan her lêy nebûnewe û be carêk bûseyan da û serberewxiwar beredwayan na ha lêre ha lemî heta geyandyane nizîk koxtekey xoy. lewê, lalo hêzî řakirdinî leber biřa. le pełupo kewt. ewanîş derfetyan lê hêna û herçî qaçuqulî hebû, hemû be kełbe çiřyan û hênayane xwên û be şipirzeyî kutayan be erza.

lew demeda, bore le berdem kołanekeya bêbakane çepołey dadabû be zewya û agay lem bezmuřezme nebû, bełam ke lûrey segweřekey hate gwê û be dengîyewe hat, çawî be laloy xawenî kewt wa dirawe be erza û xwên le azay endamî eçořê. le pêşewe nextêk ḧepesa, lam waye biřway bewe nebû lalo way lê hatbê şayan ew padaşe bê. axrî, ke boy derkewt laloye û lalo û her ewe, îtir fûy le do nekird hełmetî birde ser segekan û gemaroy dan û paş şeřêkî hobeho twanî her dû sêyekyan keleparçe bika û lew naweda byanxat. înca, destî kird be listinewey xwênekey qaçuqulî lalo kerîm û beserya enuskayewe.

zorî pê neçû, lenakaw ḧemey demřast peyda bû ke dî segekanî aẍa lew naweda kewtûn be kujrawî, ewîş neykirde namerdî. hełîkêşaye demançekey û dû gulley na be borewe û xistî. bore destî kird be quřskandnewe û liqefřitê û le xwênekey xoya gewzî eda.

înca, hat be lay lalo kerîmwe û witî:

«weřastî lalo seyeket le xot kertire! erê ew kerêtîye çî wu emřoke nwandit? dek şermezar wî awa. ca tuxwa talekwêr kuř hesenegoc emey wekarewe wu to wa xotî wo řîswa key? weřast çî wo hawirdûyt? we dyarî we ziłfince zerdet wê? ... detoş heřo ewe weşt wê... îtir, carê سەرناکەیتۆە wem dêyeda...»

bełam ke ḧeme em qisaney ekird, deng le dar û berdewe hat le lalowe nehat. paş tawêk, ḧeme becêy hêşt û witî:

«debřo toş bîxo, boz we leřî.»

lalo her weramî nedayewe û wirdewrde be şeleşel xoy kuta bo koxtekey û be herçî ḧałêk bû kelupelekanî pêçayewe ke hemûy pêxefêk û çirayekî îngilîzî û yek dû tûreke û çend qamîşecgereyek û yek dû parçe berde’estê bû. giştî xiste naw cacmekewe û girêyekî tundî lê da û be hezar ḧał û nałî ’elî weşandî be kołya.

dwayî, behêwaşî takedeřabekey hełgirt û nay bedemî dergakewe, bełam em care le dîwî derewe û leserxo kewte xoy; bo ewey koçî dwayî lew dêye bikat. ew dêyey ke mawey çil sałî jyanî xoy tya birdeser. çil sałî řebeq be hemû xoşî û tałî û şîrînîyekyewe.

bełam hîç kesêk le xełqî ew awayîye neçû be layewe. tenanet taqe yekêkit nedî, mał’awayîy ew koçe piř meynetey lê bikat. wek her neyannasîbê, yan qet çawyan be çarey nekewtibê... leber ewe, naçar bû be taqî tenya řêge bigrête ber bo şwênêkî tir. ke çend hengawêk le koxtekey hat bem lawe, lepiř le şitêk siłemî

yewe. lenakaw, çawî be bore kewt enuzkayewe û serî berz ekirdewe û eywîst guř bidate xoy; bo ewey hestête ser pêyan wek carî caran û bibête hawřêy em seferey, bełam herçendî kird û koşa, pêy nekira řast bêtewe. heta ehat wirdewrde hêzî leber ebřa û milî eşkayewe, heta be carê gyanî derçû û le cûłe kewt. lalo nextêk be bêdengî û matîyewe řwanîye segekey. emcar, temaşayekî emlaw’ewlay kird. çawî be ladêyekan kewt. her yeke leser banîjey xoy westabû, bełam ew çawey ke gêřay be xełqekeda be tewaw neybiřîye kes cige biraymefenî nebê, ke çak çawî tê biřî û tawêk boy westa wek gelêk şit le diłya bê û byewê hełîřêjê, bełam danî be xoya girt û le cyatî qise zerdeyekî piř le êş û eşkence hate ser lêwî û emca, be kołekewe piştî le xełqeke kird û milî řêy na. xełqekeş beser gwêswanekanewe çawyan tê biřî heta wirde wirde le çaw gum bû.