4

Li pirtûka:
Lalo Kerîm
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 7 Xulek  931 Dîtin

êwareyekyan nizîk demî zerdepeř, ewa xor wexte biçête dem kel, miqomqoyek kewte naw dêkewe. berdest û nokerekanî kakła’aẍa kewtine çalakî û destubird û her yekeyan be layeka destyan kirde cirtufirit. paş nextêk, yekêk lewane xeberî da ke dû efenî teple beser be tirumbêl le şarewe hatûnete awayî. ca wek kabra basî kird: yekêkyan tenge’estûrêkî kurtebney řeştałeye û çawîlkeyekî ha beber çawewe. ewî tirîşyan gencêkî minałkare û defterê gewrey ha lebin hengiłda. gwaye yejin hatgin wo peswêkirdinî zewîyekanî em dêye wehaman kakła’aẍa dawezîwin.»

kakła’aẍaş xwa hełnagrê pyawane hate dest û her bew direngiwexte nardî çend mirîşkêkyan ser biřî û pyawêkî narde naw řezekanî ewber. berçîneyekî qełapeçin tirê sadanî û sebeteyekî gewre hencîreguławî hêna û dûsê jineladêyşî bang kird. bew demudeste birincêkî zoryan şitewe û çêştyan pê geyand. nizîk bangî xewtinan, sifre daxra û nan xura û paş nanxiwardin aẍa nardî bedway lalokerîm û ḧemey demřast û kaklî sey mistefa û qaley şefezle û heşt no de kesî tira. ke hemû ko bûnewe û bexêrhatnî mîwanekanyan kird, semawerêkî gewrey werşaw hênraye dîwexan û xiraye gîzegîz. ewendey pê neçû, dest kira be çaxwardinewe.

paş tawêk, aẍa parçeqaqezêkî zerdibawî nuştekirawî le baxełî derhêna û daye dest kabray çawîlkeleçaw. ewîş be hêwaşî le destî wergirt û daye ber tîşkî çira lokekey ke leser kursîyekî biçkole danrabû. dway nextêk mutałakirdin û têwridbûnewe, be’espayî wek xoy qedî kirdewe û dayewe dest aẍa. aẍa hîç sê û dûy lê nekird û witî:

«efenî çone be diłte?»

kabray efenîş řûy kirde aẍa û çawî tewaw tê biřî û be dengêkî zor nizmewe wek lejêr lêwyewe qise bikat weramî dayewe û witî:

«be xwa biřwa nakem eme kełkêkî ewtoy bê, bełam şitêkî tir heye ...»

îtir aẍa neyhêşt efenî leser qisekey biřwa. bepele hełîdaye û witî:

«çon efenî çon? ewe fermût çî? eme le zemanî řeḧmetîy bawkimewe heye. xo eme şitêkî taze nîye! ... le nûḧ pêẍember kontire.»

aẍa wek le dem û dwanya derkewt, temay bû dirêje be qisekanî bida ta be kabray biselmênê, bełam efenîyeke gurc pêy biřî û witî:

«ezanim, ezanim... bełam to cenabit boçî xot exeyte kêşmekêşewe? etwanît be şayetîy çend kesêkî şarezay besałaçû îspatî bikeyt ke piştawpişt xotan xawenî ew zewîyane bûn û her xotan berxorî bûn... .»

aẍa ke emey gwê lê bû serêkî řaweşand û bizeyek girtî û witî:

«ay... ca başe! xo ewe şitêkî heta biłêyt asane. carê lem dêyeda pyawman nîye le lalokerîm pîrtir bê û kesîşman nîye wek ew şarezay em keynubeyne bê.»

lalo ke em qisaney aẍay bîst, be pêkenînewe hełîdaye û witî:

«ey ey! na me xwa! min serispî xełq em dêyem.»

îtir, xo herçîyek lewê danîştibû dayane qaqay pêkenîn. heta aẍaş gelêk pêkenî û řûy kirde kabray efenî û pêy wit:

«efenî, lalo zor gałteçî û qisexoşe, pendî seyrseyrî lekne. eger biłêyt pyawêkî heta dem herket kat řastigo û xwanas û şîrpake û le hemû kesêk zyatir agay lem ḧeyse û beyseye, baweřîş nakem kawřî dinyay pê bidey ḧeqêk bidat be naḧeqêk. xo girîman kesîş nezanê lalo her ezanê ewetey bineçe û řeçełekî ême heye, em zewyane hî ême buwe û tayefekeşman eger neyanbexşîbê be xełqî, hî em û ewyan dagîr nekirduwe û çawyan le małî kes nebuwe. ca leber ewe min diłnyam ke xwaş her layenî ḧeq egrê û pyawî fêłbaz serengirê û řîswa ekat.»

înca, ke lem qisane buwewe řûyekî kirde lalo û witî:

«to xwa lalo wa nîye?»

lalo matîyek daygirt û qederêk westa. înca, witî:

«wełła bêjim çî aẍa... ! dyare xwa her leser heq ewê.»

ewey wit û bêdeng bû. dway ewe dîwexan bû be cengî meẍłûbe, her yeke le layekewe dest kira be basî peswê û zewîwzar û aş û řez û beraw. paşan, leser xwastî efenîyekan, aẍa biřyarî da sibeynê hemû le mizgewt ko bibnewe. îtir, aẍa xerîk bû basî kobûnewekey sibeynêy ekird, bełam zorî pê neçû lalokerîm îznî le danîştuwanî xwast û witî:

«we řuxset aẍa min eçme ماڵۆە, nextêk ’eyu newê lêy řa’ekşêm, gişt gyanim yeşê. aẍa her çende lepêşewe zorî lê kird bimênêtewe û pêy wit:

«axir le qise xoşekantiman meke... carê şew zuwe.»

bełam çunke lalo witî her le êwarewe leşim nakoke û serim jan eka; aẍa be naçarî mawey da û witî:

«eřoyt xwa agadarit bê... bîrit neçê beyanîy zû bêyt bo mizgewt.»

ḧemey demřastîş lew lawe hełîdaye û witî:

«we xwa! minîş ḧez ekem بڕۆمۆە... eme sê řoje bew kej û kêwewem, kełekêwîyekim kuştige.. şeket û mandû ew şaxudaxem.»

ke aẍa zanî ḧemeş nyazî řoyştinewey heye, bangî kirde lay xoyewe û şitêkî çirpand be gwêya. înca, ḧeme û lalo her dûkyan pêkewe řoyştinewe. paş ewan, be maweyekî kem xełqekey tirîş yek yek û dûdû her yeke milî na bo małî xoy.

le řêge lalo le ḧemey pirsîy:

«erê birake ewe ew şayet şayete çî wu, wa basyan lê ekird?»

ḧeme serêkî řaweşand û witî:

«kuře xwa siłametit ka, hemûy destêk swênde boy exoyt û hîçî tir.»

lalo ke wişey swêndî hate gwê, řengî zerd hełgeřa û be dengêkî peşokawewe witî:

«hey newê? swênd we çê? we qurḧan?»

ḧeme zerdeyek girtî û weramî dayewe:

«ey we çî... ! ey xo we încîl gawrekanîş swênit naten? ême giştiman pisułmanîn le sayî řuḧim xwawe!»

lalo be şipirzeyêkewe řûy kirde ḧeme û witî:

«ezanim giştiman şukir pisułmanîn û şayeman we miḧemed hawridge, bełam we xwa ḧeme! qurḧan fire gewreye... em care, ḧeme be xêseyekewe çawî tê biřî û witî: «mebestit çîye? ca dyare qurḧan gewreye? toş kawra qisey seyr yejît... ey gwaye le qurḧan gewretir hes?!»

ḧeme û lalo lem miştumředa bûn, geyştine ber małî ḧeme û ḧeme xoy kird be jûra û dergakey lepişt xoyewe pêkewe da. laloş be tenha berew koxtekey hengawî qurs û bêtaqetaney heł’ehêna. gerdaw û weyşûmey xeyał aram û sirwetî kelleyan şêwandibû. le řêge serêkî hełbiřî bo asman, çawî be estêrekan kewt edrewşanewe û cirîwecrîwyan bû. mangîş çwardey xişt bû. lew şewe beharîye xoşeda, be tewqeserî asmanewe xermaney dabû û tîşke zêwînekey dabûye ser qebranekey ew ber. wirdeşûşey ser gořekan wek lete’ełmas û duř le dûrewe ebrîkanewe. wêney ew mangeşewe diłgîre le cogele’awêkî pong xwardûda çesp bûbû. lew lawe, boq û quřnawîlke dengyan lê hełbiřîbû be xwêndin. qedrêk, lalo temaşay em dîmene cwananey kird û têyan wird buwewe. înca, henaseyekî hełkêşa û be’espayî çuwe naw koxtekeyewe û wek şewan take deřabekey nayewe ber dergake.

ke çuwe jûrewe, gurc xoy kird be jêr cêgakeya. bełam ew şewe heta řojî beheq buwewe, şewgar kirdî û ew kirdî keçî xew le çawî nekewt. her gîngiłî exward be derdî xem û meraqewe, wek bîr le şitêkî zor giring bikatewe, yan çaweřwanîy karesatêkî piřistem bikat ke wa xerîke yexegîrî ebê.