3

Li pirtûka:
Lalo Kerîm
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 8 Xulek  982 Dîtin

lalo taqekesêk bû le dêkeda xizim û kesukarî şik ne’ebird; çunke wextî xoy le dêyekî tirewe hatbû û lewê nîştecê bûbû; ca leber ewe danîştuwanî dêke herçende berewřû û be serzarî hîçyan derne’ebřî, keçî wekû tir le diła ḧezyan le çarey ne’ekird û be çawî bêgane temaşayan ekird, tenha sebaret bewey ke le qewmuqîley ewan nebû, bełam taqe gencêk hebû laloy çûbû be diłda û be demî xoy xoşî ewîst. ewîş biraymefenîy mamostay qutabxane dûpolîyekey gundeke û mamostay taybetîy mindałekanî kakła’aẍa bû. em biraymefenîye kabrayekî heta biłêyt qisezan û çaplûs û řewştiseyr bû. zimanêkî miqestî way pêwe bû, eytiwanî her be qałey dem xoy lay gurg û meř be carê xoşewîst bikat. betaybetî lay ladêyî û miskênekan. we ke eçuwe nawyanewe da’enîşt, îtir hemû qise û basêkî legełya ewe bû, ladêyî beşxurawin, sepan û cutyar ẍedirilêkirawin û be germîyewe lem babetane edwa û le heman kata řiqêkî zorî nîşan eda beranber be aẍa û derebeg. keçî, le hemûy seyrtir ewe bû biraymefenî taqekesê bû ke kakła’aẍa pirs û řay tewawî pê ekird û nihênîy diłî xoy la edirkand. heta bigre kirdibûy be emîndar û baweřpêkirawî xoy. ewîş be zorî katî destibetałî lay lalo ebirde ser û her çend qisey bo lalo bikirdaye, lalo gwêy bo şil ekird û bizeyek ehate ser lêwî. wa dyar bû qisekanî biraymefenî tewaw karî tê ekird. xwa hełnagrê lalo xoşî kabrayekî řûxoş û qisezan û bêwey bû; leber ewe be naçarî xełqeke eger carubar bê’îş bûnaye xoyan ekuta bo koxtekey û wextyan lelay ew ebirde ser. be komeł ehatin dewreyan lê eda û ewîş qorîye çakey exsite lay agirewe û boy dem ekirdin û be serguzeştey xoşxoş û gałte û gepewe řayan’ebward. înca, lalo her ewende bikewtaye qisekirdin û gêřanewey basî kuřênîy xoy, îtir qet mepirse! çîrokî waway egêřayewe serbequřî pê ehate pêkenîn. xo eger bihataye û lêt biprisyaye:

«erê lalo key jineket mird?»

qaqa destî ekird be pêkenîn û eyut:

«wexwa birake! jinim nehawridge. erê wełła hêşta buxçey nekirawem.»

ca eger pêt butaye ey boçî jinêk nahênî?! ba be weçaxî kwêrewe ser nenêytewe, zerdeyek ehate ser lêwî û eyut:

«şukir le sayî xwa û serî towe weçaxim kwêr nawê heta xom ham le dunyada her çatan wo tê enêm ke xoyşim mirdim kesêk her ewê cê wecaxekem kwêr nekatowe. »

herçî destey herzekaran bû, bezorî basî řojanî zûyan lê epirsî. ewîş demêkyo eçłepanewe, destî be qisekirdin ekird. ewanîş be wirdudiriştewe hemû gwêyan bo şil ekird û řûyan tê ekird. îtir her ewendet ne’ezanî qiseyekî way der’epeřand, becarê eyandaye hajey pêkenîn; çunke lalo hemû basêkî be pêkenîn û bezmewe egêřayewe.

hezar kesasî û derdîserîy xoy bas ekird, keçî yek denk bakî pê nebû. taqe yek şit nebê laloy pest ekird we le dîn derî ekird, ewîş basî sałî qatuqřêke bû; çunke herçend karesatî giranîyekey herepêşûyan pê bigêřayewe, îtir dujminî gyanit bê, demuçawî girj ebû we řengêkî ehêna û ebird û herçî le diłyabû hełî’eřişt we eyut:

«ay řołe ya xwa herçî bisûłmane û şayey we miḧemed hawridge neywînê . wełła bawik we kuř xoy ne’eda we kuř le dem bawik xoy efřand. we merqed ew şêx qadir kesnezane pam eswa hênde exulamewe wo lake topîwêk, wo qumexwênî wişkewebû, wo yek dû denk xiřnûk û sê çwar beřûy tał keçî lêm çûne qatî ... her lew giranîyeda bawkim û her sê birakem le birsana wun we syaqey êwe û minyan we taq tenya wo negwetî û xakesarî هێشتۆە. giranî giranî newu, nêwey omet miḧemedî qiř kird. xo kaşkay her giranî waye we xway nedîye řişaneweke de berdî dawu we pişt giranîyekeda. qurḧan le mecêna wê û gwêy şeytan keř wê, derdêk dakefit her le xoyowe pyaw hêłincî eda û ekewte qiłpuqop řişyanewe û destiwecê emird. îtir xo way lê hatû kes le jyan xoy diłnya newu...

caranîş wek êste mizembîl newu we şirîxe qoł pyaw derzî’ajin ka. xełqî giştyan eçûne mizewt destyan ekird we siławatdan û giryan û lexwapařyanewe, û le dêyekewe řayan’ekirde dêye tir, bełam her ewendet ezanî xwa qarî le dêkey tirîş egirt û řişyanewey tê ekefit we gele xełq emirdin, ta way lê hatû taqmî pyaw xêrewmend gird ewwinewe û yekêkyan ewrde ser qewran û eyan naşt, heta ehatnowe le nîwey řêga yek dwanî tirîşyan eřşyanewe û dermule az gyanyan der’eçû. naçar, ewanîş egeřanowe û eyannaştin....

xo ne şitin hewu ne kifin, her kesê zaye waye bê aw û bê yasîn exraye jêr xak. řoj newu le dêkey êmeda ke dûsey mał zyatir wu bîst ta sî kes nemrê. îtir sertan neyeşênim lew awayîye gewreye, min û pîrejnê sersext řizgarman wu, min řûm lêre kird û ewîş nazanim milî wo kwê na...

xo ḧukmat wesmanlîş lewe zûtir gořwegoř çî, sałderî dwanzey mangê xerîk şeřuhełła wu. sereřay ewey gişt em cwananey egirt wezor zordarekî cil eskerîy ekirdine wer û řewaney ew xwaraney ekirdin wo şeř û le xutuxořayî wekuştî edan. herqedaşekanî wek waşey birsî dê we dê egeřan. herkesê lalewêçê zexîrey le małîda waye eyanurd. îtir, xo şermyan ne le řîşsipî ekird û ne le serispî. we arezû dił xoyan jinyan fesad ekird û kiçyan xiraw ekird û mindał ser bêşkeyan ekird we nûk sungyewe. bikuje û bibře her xoyan wun. erê wełła pyawim gerek wu bîwêraye hoqeyek ard le mał xoya gil بداتۆە. gurc zeftye ehatne wêzey û zewtyan ekird û ew keseşyan têrupiř ekuta. çe qûret û bisułmanê bîtwanyaye bête xêw kere layêk, destiwecê jandirmekan wek şimil şiř لێان esend û eyanyeja wêrgû ḧukmatî lesere ...

xo daryan we شاخەکانۆە nehêşt. serpakyan lebna wuřî, heta wekû řegekanîşyan lebin heł’ekend û eyansûtand. înca, wecêyan ehêşt.»

bem çeşne, lalo çend sałêkî jyanî xoy birde ser. lew maweyeda, bûbû be hoy pêkenîn û diłxoşkirdinî ladêyekan. sereřay ew jyane sade û piř le nebûnî û mandûyetîye, legeł ew hemû îş û kare qursey be serîyewe bû becêyan bihênê. ke be deqîqe û an sirewt û ḧewanewey bo nebû, keçî hêşta herdem bende û řûgeş bû, bełam aye çerxî çepřew berokî berda...?! bwarî da lew dinya biçkole teng û teskey xoya bimênêtewe?!