2

Li pirtûka:
Lalo Kerîm
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 5 Xulek  764 Dîtin

lalo sereřay pîrî û besałaçûyî, etut kuřî çwardeye. be şew û be řoj le kara bû. bêcge leweş, taqe çayçî û dûkandarî dêke bû. her katêkîş kakłaẍay xawenî gundeke îşêkî pasewanî bibuwaye eynard be dway ewa bo êşkigirtin; çunke nîşanişkên û tifengihawêjêkî be’engêwey wek xoy le awayîyekeda nebuwe.

ewîş le berî řoj’away dêkewe koxteyekî çwargoşey le şêwey dûkanêkî piçkoleda be teyman dirust kirdibû. dewrandewrekey be quřesûr swax dabû. serekeşî be geła û zel û qîsp dapoşîbû, bełam leber ewey şwên dergakey bexałêtî mabuwewe, lalo şewane ke wextî nustinî bihataye, take deřabeyekî gewrey hebû eynaye astî dergeke û le dîwî nawîşewe kołekeyekî darbeřûy dûlebî enaye ber. serêkî le erzeke tund ekird û sere dûpelekey keşî le dergake qaym ekird. îtir, kirdinewey nextêk giran ebû.

lemla û lewlay pêş demî dûkanekeyewe dû sindûqe çay betał danrabû. her yeke çend qałbêk sabûnî bezî û hendê qamîşecgere û dû sê parçe berde’estê û yek dû paket bermaxî leser řîz kirabû. xo eger serêkit bikêşaye dûkanekeyewe, yekem şit ke barî serincî řa’ekêşayt, wecaxe bequřhełbestirawekey bû, ke be şûşeşkaw û mutumûrû û kûjekey şîn berdemekey řazandibuwewe û qorîyekî fafonî jengixiwardûy gewrey xistibuwe naw. carubar, eger ladêyekan şewane seryan le îş gîr nebwaye, eçûne ewê ko ebûnewe bo řabwardin. ewîş aza çakey bo dem ekirdin û heta xew eybirdin be lada, her hîqayetî xoş xoş û qise û basî ’entîkey bo egêřanewe.

le naweřastî koxtekeda ewendey qûłayî bêjnigê, xoł le erzeke derdirabû û şwênekey baş swax dirabuwewe û kirabû be agirdan bo katî sermawsołey zistan. le peřî ew berîşewe doşekêkî gewre û berpan řaxrabû, eger bihataye û le dûrewe berçawit bikewtaye, wat’ezanî bergekey xame û le konya çiłkî girtuwe, bełam eger le řojêkî quř û barana serêkit le lalo bidaye û naçar bibûytaye be çûnejûrewe, ew ḧele, ewîş benaçarî leser doşekekey xoy day’enayt. înca, be çakî bot der’ekewt ke bergekey xamî çopan nîye, bełkû eme le wextî xoya qumaş buwe û destî řojgar berebere řengekey lê kirduwetewe û le şwên diřawîyekanîşîyewe kołkekey nawî hatbuwe derewe. lew laşewe, serînêkî xiř û dirêjkoley le çîtî şîrketî kiraw û be ardesawer axniraw danrabû û wek bagirdên ettiwanî mêxzincîrî tê bixeyt û bîbeyte serban bo bangêřan. bêcge lemane, cacmêkî koney řengiřoywîşî hebû be şew be xoya eda û ke sermaşî bibuwaye wek kołwane eybeste kołî û serî beser agirdanekeda şoř ekirdewe.

lenaw koxtekeda sê singî dar be dîwarekana çeqênrabû. be yekêk lew singaneda çirayekî destî hełwasrabû bilûrekey le dû lawe girdebiř şeqî birdibû. dewrupşitekeşî lenaw dûkeł be corê řeş dageřabû, herçend day’egîrsand be qisey xoy ewendey çiray dizêk şewqî hebû, bełam her kesêkî tir bîdyaye hezar swêndî exward ke tîşkî gułe’estêreyekîşî nebû le şewêkî engusteçawa.

be singekey tirewe, kîseyekî xamî çiłkinî řeşdageřaw hełwasrabû. lalokerîm herçend biçuwaye şar bo çakřîn legeł xoy eybird. singekey tirîş lingederpêyekî pya kirabû, bełam be derzî û diruman sere teskekey hênrabuwe weyek û kirabû be tûreke bo şekir.

lalo lepişt koxtekeyewe kulaneyekî gewrey be quř û wirdeberd dirust kirdibû bo sege nazdarekey ke nawî nabû «bore». pîreseg ewende xoşewîst û şîrîn bû lay heta pêy bikiraye xizmetî ekird, bigre le demî xoy egêřayewe û eyda be bore. herçende lalo serîşî biçuwaye nwêjî ne’eçû û heta dem hereket ka lexwatirs û tobekar bû, keçî xoşewîstîy beranber be segekey be řadeyek bû carubar siłî le giławî û destinwêjşikan ne’ekirdewe û hemû carêk eygut:

«xozya gişt kesêk hêndey segî bewefa waye... ewsa em dinyaye le cêye tir ewu

îtir, hemû řojêk eger xoy bê şêw serî nabuwewe, her ebû mişûrî borey bixiwardaye. boreş bore nebû, segêkî heta biłêyt wit û wirya û zîrek û nihêngir bû. nek her betenya pasî koxtekey laloy ekird û bes, bełkû pasewanêkî emînî hemû dêyeke bû.