1

Li pirtûka:
Lalo Kerîm
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 4 Xulek  1267 Dîtin

be taqî tenya û be kizêkewe le berdem sekoy mizgewtekeda hełqutabû. destî lejêr çenagey tund kirdibû. çend tinokêkî firmêsk le çawe sûrhełgeřawekanya qetîs mabû, wext bû têkeł bew xwêne geşe bê ke tik tik be lacangekanya ehatne xwarewe û be řîşe berdirawekanîyewe egîrsayewe.

lalo pîremêrdêkî kełegetî řeqełey milbarêk bû. piştî kemêk koma buwewe û çirçuloçî pîrî be tewawî kewtibuwe çiřuçawe piřupurşawêkeyewe. bo negbetîş her dû řûmet û kułmî, awłe be derdêkî birdibû; etut twêlkeşûtîye û mirîşk be keyfî xoy denûkkarî tya kirduwe. xo înca leřî û lawazîyekey lew lawe bwestê, hezar swêndit be swênd exward bo derman goşt be leşîyewe nebû. herçî demarî qoł û qaçî heye wek darkarî kirabê řast bûbuwe û tenanet perasuwekanî yek yek le dûrewe bitjimardaye, hemûy be derewe bû. řîşêkî topî maşubirincî hêştibuwewe û simêłe piřuçřekeşî ewende dûkełî darqende û sebîlî pya çûbû, be corêk zerd dageřabû, etut hênawte û yek hoqe zerdeçewet têsuwe.

eger biłêyt kabrayekî pak û temîz û poşte û perdaxîş nebû, bigre heta ḧez bikeyt řengiřût û şiřoł û pîs û poxił bû. xo ewe carê sed sał lewê buwaye ney’ezanî nînokkirdin berî be kwêweye, meger nînokekanî le dirêjyana be řêkewt le xoyanewe bişkanayewe. heta tûkî serîşî nebuwaye be pirçî derwêşekan, ne’eçuwe şar bo taşînî. ke bişîtaşîyaye ebû wek kelleşekî pakirawî lê bikirdaye. înca, oxey le gyanî ekewt. ke diroy nebê, sałî carêkîş le ḧemamî cafya xoy pişîleşor ekird. egîna lewe bitrazaye bo destinwêjşitin nebuwaye, aw le dest û dem û çawî ne’ekewt. her katêkîş leşî bihataye xurû û çiłk û espê zoryan bo bihênaye, eçuwe ber beřoçkeke û xoy yekała ekirdewe û destî ekird be xodozîn û espêkuştin.

xo ewe cilekanî her be kerem nebû! biřwat bê ḧewt berdyan dabû be piştî çiłkinî û piłkinyekeya. ca eger bihataye û dûrbedûr sełtekey berît bidyaye, bêsêwdû etut le dû çeşin qumaş dirwawe, bełam ke lêy nizîk ebûytewe, seyrit ekird wek dêwcamey řaw le heşt no lawe her layey be core řîtałêk pîne kirabû. kiław û mişkîyekey serîşî be melay maweřan le yek cya ne’ekiranewe; çunke pîrekław le qeraẍekey zyatir yek tozqał çîye nawî pêwe nemabû. kewayekî teskî qariskirawî hełgeřawey leber ekird be qisey xoy le qaymî û cêçakîya wêney nebû; boye hemû carê be fîzêkewe eyut:

«birake eme şeytan yêjye konekane, de sał zyatre ha leberma.»

bełam negbete çunke ewende be espon û gełakutik leser kanî eyşit, wek lokey helacî le de lawe şî bûbuwe. naçar ebû xoy řûtuqût kirdayewe û derzî û dezûy lê bigirtaye be destewe û bikewtaye pînewpeřo.

le hemûy bełatir û begobenditir pêławekanî pêy bû. cûtê kełaşî domî beser pêwe bû, eger çî çend carêkîş hewramîye kełaşkerekanyan xerîk kirdibû, legeł eweşa her dû pence gewrekey le bêzarîya wek tûlemar seryan kêşabuwe derewe.

bêcge lemaneş, piştênêkî sipîwaşî ’emarepoy ebeste pişt. hemû carê swêndî leser exward ke şałî turmeye û le herzanîyekeda nîw řûpî pê dawe. piştênekey be şilêkewe ebest û kîseye tûtnî wirdey pya şoř ekirdewe. her demê mandû û bêtaqet buwaye, le gîrfanî sełtekeyewe sebîle quřînekey û berde’estêkey ehênaye derewe û eyut:

«ba bondarêk tê keyn.»

emca, çwarmeşqî lêy da’enîşt û leserxo sebîlekey tê ekird û be parçeyek pûşûy dagîrsaw têzî ekird. wirdewrde be dem horekêşanewe be bay eda.