bo em diłe mirdûme çi xakê be sera kem

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  306 Dîtin
bo em diłe mirdûme çi xakê be sera kem
lay kam mesîḧêk, gyanî be berakem
bo bêxudî û bêhoşî weha lazme şînê
wek hewrî beharî be hemû deşt û dera kem
bê xawene şar û dize daroẍe, eguncê
kesbê le meqamêkî weha piř xetera kem?
çon mumkîne bem kołewe yařebbî ke teyî
em řêge legeł ẍafłî wa bê xebera kem
ey dił xeberit bêtewe behrey çîye serfî
em wexte benirxe leştî bê semera kem
dujmin bergey girtuwe bê çek be çi hêzê
min ḧerb legeł cerdeyî tałan bera kem
řiswa be diłî bê edebim ba wekû «zarîNasnava edebî»
basê le xirawîm le her řêguzera kem