ewndem wa leser dił dûkełî ẍem

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  350 Dîtin
ewndem wa leser dił dûkełî ẍem
wicûdî xom nabînim be sed şem
buxarî řoj epoşê wa bizanin
henasey dûkeławî emne nek tem
le sozê wa le sînemda pizîskê
bida lem kêwe berzane be yekdem
etawêno beser yekda eřûxên
wekû řûxaw sûta tûrî cestem
esef nemkird karê bo sibeynê
biřawe řozgarî ’umir kem kem
be bê desmaye, bê neqdî ’îbadet
emin çarem çîye ew řoje çibkem
xuda destim le damanî şefî’ê
bi’ałêne be fezlî xot muḧkem
le tewfêqit çirayê ger nedey pêm
be tarîkî çilon em řêge tey kem
giriftarim be des nefis û hewawe
îlahî dad lew serkêşe, wey lem
hewa gerdin şikên û nefis ẍeddar
emin bê destełat û destepaçem
eger yarî neka, muşkuł guşayê
le dawî wan ebê xo çon berdem
sebeb saz û sebeb her toy yařeb
edî bo kwêm enêrî, řû le kwê kem?
xuda bo xatrî esmay ḧusna
be ewsafî kerîme, zatî ekirem
be pakanê ke ẍeyrî bendegî to
nyane hîç fîkir û ẍayle û hem
be mestanî cemałî layezalî
be nawî pak û meşhûrit be «a’zimErebî»
be ahî subiḧ xîzanê le şerma
le ser ejnoye ebroyan û qed xem
be esrarî qełem nûsî le lewḧa
be lewḧê wa lewa řûdawî ’alem
be siřřî ḧerfî ew «am alkitabeErebî»
le wêwe nûrî munzel hate ser dem
be serdaranî řoḧanî û řoḧî
ke «amralilhErebî»ye, allihîErebîe be e’lem
be destey enbyakanî muqeddes
le adem ta xilîl alilhErebî û xatem
be ayat û kitabê hat boyan
hemû dersî xuda nasîn sercem
be řoḧî pakî medfûnî medîne
«’ilî ruḧih silî alilh û silimErebî»
be alî tahîrîn û gişt yaran
xelîfey«ewweł»û «dû» û «sê» û «çwarem»
be zewwaranî ke’bey řuknî eswed
meqam û ḧucrey îsma’îl û zemzem
be awî çawî merdanê le xofit
ebarênin le hewrî dîde demdem
be ḧeqqî peyřewan û ewlyakan
şehanî ba’îman û «ẍus ala’zimErebî»
bibûre lêm zamarî gunahim
ke ’efwî tuye bo zamar merhem
syakarim, syaname syařû
le namem daye bê’arî hemû cem
îlahî to ezanî ta çi ḧeddê
gunahim bê jimare û ta’etim kem
epařêmo le qapî řeḧmetit da
penahê ẍeyrî řeḧimit şik ke nabem
nekey «zarîNasnava edebî» le řeḧmî xot bê beş
kelamî pakî xote «û hu erḧimErebî»