be îstîẍna şikanit piştî sebirim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  286 Dîtin
be îstîẍna şikanit piştî sebirim
bifermû ḧazrî ken kifin û qebirim
eger to her weha bî û min weha bim
meḧałe gyanekem emcare nemirim
diłim mujdem edatê em sibeynê
le destey ehlî dîdaraye ḧeşirim
be yadî serwî bała û gułî řût
guław eřjê le seci’ û nezim û nesirim
îlahî em supaset key eda kem
ke cur’e noşî bezmî şahî ’esirim
be maçî xakî astaney mubeddel
be «yusirhErebî» û kameranî «’usrîErebî» dehirim
le sayey şewqî zulf û xałî towe
qisem muşke û ’ebîre û kanî ’etirim
eger ’îllet nebê ew şewqe, dîde!
gelê kemtir le xak û xare qedirim
demêke çaweřêy ew řojeye dił
be«ḧimdalilhErebî» tilû’î dawe fecirim
desim kewt ew «meta» wa muşterî bûm
geyşte muşterî ałay fexirim
be tewfîqî xuda emřoke «zarîNasnava edebî»
be damanî wîsałî dest egirim