gêjełûkey payze ya xo tep û tozî diłim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  353 Dîtin
gêjełûkey payze ya xo tep û tozî diłim
wa hewa tarîke nanasim nîşanî menziłim
bem hewa tarîke lem wêraneda sergermî çîm
wey çi bê fîkir û çi bêhoş û çi gêj û ẍafiłim
karwan wa têpeřî řoyşit û nazanim emin
lem guzergada xerîkî çîm û boçî matiłim
cejnî koçî řojuwe ew kesane wa be qedir
mangî řojûyan řewane kird bê neqsî zułim
ca be emnî řûsya çî! cejnî wa gewre û beřêz
her bezim, piř bê le bê’arî lewêda daxiłim
newbeharî zîndegî koçanî karêkim nekird
ḧesreta bo zîndeganî bê ber û bê ḧasiłim
medresey eqiłim nedîwe wa leřêma sed girê
ah bo amûzgarê wa ke ḧel ka muşkułim
kesbî însanî be şagirdî eqił ekirê eger
nebme şagirdî le kwê însanim û key aqiłim
şwênî zanayê nekewtim fêrî zanistê bibim
ey xudaya em nezanîme nebête qatiłim
’umirim awa ger be ẍefłet biguzerê wa tê’egem
ta dirêjtir bê zyatir cahîl û nakamiłim
xestegî bo karî dinyayî, lecestemda nîye
çî le emrî dîneda, bê taqet û bê tamiłim
bergî teqwa wa diřa, pîne le taqetda nema
ger şemî «latqintiwaErebî» şołe nexate ser diłim
«zaryaNasnava edebî» řast ewê bê awrî tobey «nisuḧErebî»
lem tenûre serdeda qet puxt nawim, nakułim