simûmî şarezûrî hîcrî to ey gyanî şîrînim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  364 Dîtin
simûmî şarezûrî hîcrî to ey gyanî şîrînim
hełîqirçan û birjanî diłî piř êş û ẍemgînim
felek řêgay dîdarî nedamê ’umir dwayî hat
çîye tedbîr ta firset bida emcare bitbînim
hengawêkî xeyałî řû be metłeb ger hełênim, çerx
hezaran xarî manî’ saz eka eykate perjînim
le kûrey îştyaqa wa twawe meẍiz û êsqanim
temaşa ke çi řeng zerd û leř û bê hêz û bê tînim
qedîme sozî sînem adem û ḧewa le xewda bûn
ke ustadî ezel em dersî şewqey kirde tełqînim
meger saqî le min torawe, ber nakat bem lawe?
biłê xo kûpe neřjawe be camê bat teskînim
be yarî mey nebê tey nabê em deşte xeternake
bida bew bade texfîfê, be weznî barî sengînim
le zîndanî tena, dił derpeřî řûy kirde baẍî řût
ełê meczûbî daney xał û dawî zulfî muşkînim
gedayê řût bûm emma le sayey nergisî towe
ewêsta xawenî bergî be xwênî dîde řengînim
be hoy berqê direxşawe le bedrî tel’etit emşew
hemû ’alem ezanê hemdemî mecnûnî miskînim
ẍułamî hîmmetî şewqim ke bê genc û sipa xawen
wiłatî şamCih û hîndustanCih û mîsirCih û çînCih û maçînim
be yadî duřfişanî le’lî řoḧ efzat sergermî
tenînî pernyan û nezmî gerdinbendî perwînim
xeyałî diłberim «zarîNasnava edebî» ke hemdem bê çi derbestî
peşêwî ḧał û nařêkî wesîley lazmey jînim