namey dił awêzit hat name ser çawî kwêrim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  384 Dîtin
namey dił awêzit hat name ser çawî kwêrim
geşawe bergî sîsî gułałey germesêrim
hem dił řoşin bû hem çaw hem qametî çewtim řas
’umrêkî tazey bexşî be gyanî leman têrim
xuda boçî nekirya bînêrê wek nûsîbûy
«dû sê şê’irim bo nûsî nekira êse bînêrim»
çîye wefa bew ’ehde bifermûn bem zwane
her ewende çaweřêm řoj be engus ejmêrim
ey beḧrî piř le gewher şepolê ba bête der
duřřî meqsûdî wextim be tałî řanebwêrim
saqî bêne ew awe ke xizirim we’dey dawe
bełkû ḧełqey em dawe le pay xatir derbêrim
awrî întîzarî berbuwe le cestey «zarîNasnava edebî»
be lutfê def’î azarim bike ba gyan bispêrim