çîye em şîwene? ey dił meger coşawe beḧrî ẍem

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  419 Dîtin
le koçî dwayî xwalêxoşbû «ḧacî şîx بهاالدینKes» kuřî beheşt meqam «ḧacî şêx ’ibdalqadrî ḧisînîKes» cinit deředa wêjrawe.
çîye em şîwene? ey dił meger coşawe beḧrî ẍem
kiławey kêwekanî kurdistanî ême girtî tem
zisanî bê miruwet hełmetî hêna û eşkênê
le baẍî pyawetîda serwekanî diłguşa dem dem
biłê perwane bê peř bêt û sozî dił webin gił xa
ke xendey bezmî yaran bû be giryan û kujawe şem
esef serçawekanî wer’ û teqwa awî wa řoçû
teřî des nakewê yek qetre yařeb dem be çî teř kem
ewaney wa be nobey xo eřon û ême cê dîłn
bequř pêwan řêgey hatnoyan nadrê yek dem
werin bo ẍefłetî xoman û meḧřûmî le toşey řê
be serda keyn xaşakî quřî xakî be destî cem
suleyman wa le kwê? badî seba bû hełgirê feřşî
sikender kwa û dara kwa, wa le kwê key û kwa cem?
terîqî řas û çep me’lûme bo şah û geda wek yek
etoş serpişkî kamyanit ewê ewyan ya her em?
eger«min şa’ filîؤminErebî» legeł «min şa’ filîkfirErebî»
beraber bigrî muxtarî beşt lew hełgire ya lem
be mergî nagehî «ḧacî biha’ aldînKes» şadî lêm
eka dûrî wekû ahûy seḧrayî le adem řem
beser ewda û êmeşda bibarê řeḧmetêkî wa
ke meşmûlî tikayê bîn eyka ḧezretî xatem
le cumley «cuş ẍimHisaba Ebcedê: (be ḧîsabî ebced) = 1349» tarîxî fewtim saz da çunke
ewndem ẍem le diłda koye derkî ẍeyrî ẍem nakem
dexîlim «zaryaNasnava edebî» lařê meřo ba dawênit negrê
diřûy darî muẍîlan ya didanî ejdiha û erqem