ebê her min be tenha xo duçarî zeḧmetî dił kem

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  370 Dîtin
ebê her min be tenha xo duçarî zeḧmetî dił kem
le dûrîda be xwênî dîde sefḧey sîne guł guł kem
xuda firset bida bîxate destim dayenî wesiłit
le xakî pakî ber dergaketa em care menził kem
hełîgirsêne to bîtu xuda fanosî řuxsarit
le ber şewqî çirata bełkû yek şew ḧellî muşkuł kem
ełêm bełkû bibîsê dengî hawarim nigahê ka
wekû perwane bêdeng ba nebim teqlîdî bułbuł kem
eger her leḧze sed carim be tîẍî cewr ser bibřê
gelê bê hîmmetim, tałî eger yek zeřře ḧasił kem
be şimşîrî cefa ba qîme bê, ser ta be damanim
ke ẍeyrî şewqî dîdarit be şarî sîne daxił kem
le bazařî muḧîbbetda serapa xo le quř egirim
le yadî to eger yek leḧze dił xałî û ẍafił kem
îcazey întîzaranit be dîdarê edey, takey
minî bê taqetî bo to peşêw, lêre tamił kem?
wekû «zarîNasnava edebî» meger bigirim kenarê lem şeř û şore
heta key dił nîşaney neşterî birjangî qatił kem