taze pêgeyîwî baẍî ferhengîm

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  344 Dîtin
taze pêgeyîwî baẍî ferhengîm
tê bikoşe be «ti’ilimErebî» û «ti’lîmErebî»
huner amûz û behre werbigre
le «mi’ilimErebî» be «tadibErebî» û «ti’zîmErebî»
kesbî danş be koşiş û se’ye
ne be îrs û be mułk û zeř û sîm
dayenî hîmmetit belada ke
bê tewekkul mebe, mełê min çîm
xoşe lem řêgeda teqala dan
bo ewane heyane ’eqłî selîm
’almanê ke ehlî em ’esren
xo be ’îlmî ewan eken teslîm
her yekê yek minał wek to bûn
çi erestûKes çi eflatûnKesy ḧekîm
bîstûte ḧîkayetî luqmanKes?
mibtela bû be çend derdî elîm
řencî kêşa û gencî peyda kird
zînduwe gerçî mirduwêke qedîm
bo wedes xistinî me’arîf bû
seferî dewrî beřiř û beḧrî kird kelîm
cehil însan exate awir û aw
’îlim eyka be şahî ḧew eqlîm
çawekem to le derdî nadanî
xeberêkit nîye emin ḧałîm
zererêkim nedî le danayî
sed keřet berişkistî nadanîm
eserêke le ’îlmî ’almekan
řadyo û muxaberey bê sîm
eserî sen’etê le to baqî
ger bimênê biłê emin baqîm
sen’et û ’îlim eger nebûnayê
kem ebû nawî noḧ û îbrahîm
řoşnî ’îlme neka fitîłe û newt
em çirayane ey biray gyanîm
«zarîNasnava edebî» amojgarî wakirdî
to bibîsî, nebîsî zamin nîm