saqî heste mey be kûpe bêne bom

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  450 Dîtin
saqî heste mey be kûpe bêne bom
ba leme zyatir ẍemî dinya nexom
bo be xořayî serf bê neqdî ’umir
çend řojê êre cêgame eřom
kam eḧmeq ’umrî wek min řabward
wey le şêwey ademî bêgane xom
ẍeyrî karî lar û etwarî qebîḧ
ey nefis nîte emin řiswa be tom
dîn û teqwa şer’ û wer’ û sunnetim
wek engûsîley suleyman, xiste gom
çim le des dê taze ey xakim beser
gwê giran û çaw kwêr û pişt kom
’aczî û sistî û bê quwetî
hate cêgey hełmetî her wek hełom
têgeyştû tê’ega nek bê şi’ûr
karî poła cê becê nabê be mom
ẍafłane sed esef bê menfe’et
gewherî qîmet giranim xiste çom
hîç tuccarê minî nawê be hîç
wa be ser yekda řizawe tan û pom
řû be menził karwan eřwa keçî
pêçewane min be řêgada eřom
dîn wekû dinya le destim derçuwe
ger be awî tewbe desniwêjê neşom
ya îlahî wa geřamo ser şeqam
řastî umêdewarî ’efwî tom
kê heye ẍeyrî eto ’efûm bika
to derim key ey xuda bo kwê biřom?
«zarîNasnava edebî»ya bê meykedey «latqintiwaErebî»
wa lewêda merhemî zamî be som