heta key tase xwarit bim hetakey întîzarit bim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  384 Dîtin
heta key tase xwarit bim hetakey întîzarit bim
heta key bê qerarî hîcretî wek jarî marit bim
heta key êşî dûrî saknî małî derûnim bê
řefêqî ahî serd û řengî zerd û derdedarit bim
zwanim lałe, jînim tałe, ḧesret załe ẍem şaye
xefet aẍaye, ba paşêlî fîtney pêçî larit bim
’eceb şîrîne ew çîne eger řeḧme û eger qîne
ke deyxeyte tewêł û emir ekey min wêłî şarit bim
cyayî toye ba’îs, boye xwênî dîde wek coye
beşim řořoye wa çake xerîkî şîn û zarit bim
sefayê bêne pêşo bê wefa axir cefa takey?
çîye wek zulf perjînî gułałey lalezarit bim
demêke ḧewl edem le xwa epařêmo teqalame
ke řojê baẍebanî sêw û narinc û henarit bim
bilûrî gerdinit binwêne, ser hełbêne, biřfêne
ewî hoş û xeyałe yek keřet ba şêt û harit bim
diłim meşkêne derbêne le jêr ew hewreda řojit
wederxe daw û daney xał û zułifit ba şikarit bim
diłî derhat «zarîNasnava edebî» kewte berpay û keçî netna
be serya pa, deba gerdê le xakî řêguzarit bim