belama hat dwê serwî xeraman

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  308 Dîtin
belama hat dwê serwî xeraman
temaşayekî kird û lêwî bizwan
fîday ew nazenîne bim be řeḧmet
diłî bê ḧałî bew lêwane lawan
le şarî ḧusnewe teşrîfî hêna
gułe û eřwat bo seyrî gułistan
be tenha xendeyekî lêwî ałî
be carê eqił û hoş û famî eřfan
diłim êste le toy zułfaye xewgay
ke ḧał û małî her dû çû be tałan
nîye seyyadê wa lem řawgada
be her tîrê epêkê sed dił û gyan
le ’alemda meger her ew bizanê
bika zexim û bika ew zexme derman
le tîr’endazî wada xo kesê hes
necatî xo bida nexwat peykan
xudaya to bikey, em řawyare
neka «zarîNasnava edebî» leme zyatir perêşan