bê jimare mîwediz, bo baẍ perjînê nekeyn?

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  308 Dîtin
bê jimare mîwediz, bo baẍ perjînê nekeyn?
bo diłî xałî le şewqî aşna şînê nekeyn
aşnayî desteyî ḧeq aşna bo fiřdirê?
boçî terkî suḧbetî bedbîn û bê dînê nekeyn
dawênî mecnûnKes eger destî umêdî pê nega
bo ebê lem řêgeda teqlîdî şîrînê nekeyn
wamezane qet biçêjê zarî dił mezzey murad
ger qibûłî êş û zexmî nîşî hengiwînê nekeyn
we’iz nada behre, bê teqsîre qîl û qal eger
peyrewî ayînî ḧeq û ehlî ayînê nekeyn
bo weber gurzî nesîḧet deyn dinyayê welê
nefsî bê hewsarî xo te’lîm û tełqînê nekeyn
şermesarî bar eda, amojgarî tawekû
xo le encamî ewa, merdane koşînê nekeyn
lem şewî tarîkeda takey le quřda hełçeqîn
bo řefêqî aftawê, mangê, perwînê nekeyn
derd û daẍêkî ’ecîbe û ḧesretî bê ḧed eger
lem beharî ’umreda ey «zarîNasnava edebî» gułçînê nekeyn