le ’alemda le şûmî bextî řeşman

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  317 Dîtin
le ’alemda le şûmî bextî řeşman
henasey serd û barî derde beşman
bebar û sîse her wek karebay zerd
le bê têrawî wek le’lî ḧebeşman
ewnde ’aczim wexte feramoş
bikem řesim û řewîyey penc û şeşman
be fezilit ya îlahî merḧemet ke
dewayê bo diłî piř ẍelil û ẍeşman
be nakamî hetakû key bisûtê
şi’ûr û bîr û qelb û řoḧ û leşman
le tundî bad û cewrî řozgare
tep û tozawîye řuxsarî geşman
meger lem bendîxaneyda be mirdin
dwayî bêt řenc û keşmekeşman
eger baweř be piř derdîm nakey
bibîne pa û destî piř qełeşman
umêdim waye «zarîNasnava edebî» lêre bewla
pişûyê ba diłî řaḧet neçeşman