to nebûy, bûy û nabît û ebîto, dwa nebûn

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  374 Dîtin
to nebûy, bûy û nabît û ebîto, dwa nebûn
bigre gwê bo bîstinî «kilٌّ alîna rac’unErebî»
’alemê fermanberî to û eto fermanneber
way eger gwê şil nekey bo «ya ’ibadî fatqunErebî»
cehle serpêçî le emrî padşahêkî weha
herke netwanê le mułkî yek qedem biçye bîrûn
bo le koçî řoḧ naken bergirî ewsa’ete
dête der deřwa û «antim ḧîn’iz tinzirunErebî»
bo ebed manî beşer des nakewê řê, řake zû
ser şeqamî řasî ḧeq «alsabqun alsabqunErebî»
wa be kołî towe ewbarey ke erz û asman
taqetî hełgirtinî ewyan nebû jêrî neçûn
ey le bê sebrî dirûs kiryawî, nadanî şerûr
na’emînî kirdinit bem bare bêdadêke řûn
hem legeł xot hem legeł ew ’alemey têda ejî
pirsyarit lê eken ḧetta le penhanî derûn
bem hemû nadanî û bê sebrî û bê hêzîye
bo ebê yaẍîgerî pîşey bê însanî zebûn
hîç têfkirîwî ew wextey didanê dête êş
zîndeganî tał ebê namênê aram û sikûn
sebrî eyyûbî dewê hełgir, hetakû aqîbet
wergirî miştê le xermanî «yufî alsabrunErebî»
wa legełta kîsebiř, aga be tałanit neka
fêłe baze, xayene, ẍeddare, mekkare û çetûn
dayenî hîmmet belada ke, metirse, řahî řast
bigre ber ta menziłî xałî le xofî «amnunErebî»
lem leweřgada ewî laçû leber çawî şwan
gîrî çingałî diřindey tûře û bê řeḧim bûn
bo le řîzî şarezayana ewêsî «zarîNasnava edebî»ya
yanîha netbîstuwe meyłên ewî «latfi’lunErebî»