biřwane le coşî diłekey piř xeterî min

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  348 Dîtin
biřwane le coşî diłekey piř xeterî min
kûrey giřî hîcrane le pê ta be serî min
sûta be şerarey şemî şewqit cesedim gişt
birja be biłêsey ẍemî dûrî cigerî min
her ewneye řêjawe dû dîdem le ẍemit xwên
deryayekî xwênîne hemû dewr û berî min
her leḧze deken taze birînê le derûnim
birjang û biroy diłberekey leb şekerî min
lem hemuwe birînane le cestem be mijey kird
carêkî nepirsî be kerem sîmberî min
pamałî ẍemî dûrî egerçî minim emřo
dîdarî cebînîye miḧellî nezerî min
dêwane kesêke ke neka meylî temaşay
enwarî cemałî gułekey ’îşwegerî min
wek darî beheştî semerî kamî diłane
şoxê ke berî da, be diłî bê semerî min
«zarîNasnava edebî» were têkuşe be dił bełkû wedes xa
tacê le ẍubarî derî meḧbûbe, serî min