ey dił çîye wa ’aciz û şêwawî hemîsan

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  336 Dîtin
ey dił çîye wa ’aciz û şêwawî hemîsan
piř zeḧmet û piřmîḧnet û xwênawî hemîsan
axir çi xeter hatuwe me’mûrî serit bê
matî û perêşanî û damawî hemîsan
çî awrî berdawete cestey neḧesawet
bem core giřit girtuwe sûtawî hemîsan
çît bîstuwe kê zułmî le to kirduwe bîłê
bo degrî û piř nałe û zûxawî hemîsan
wa zahîre ey dił ke nema sebir û qerarit
şêtî serî zułf û perî lê dawî hemîsan
meyşarewe em soze le «zarîNasnava edebî» ke ezanê
’aşiq be cemałî gułî têrawî hemîsan