cejnî qurbane sibey ey nazenîn

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  449 Dîtin
cejnî qurbane sibey ey nazenîn
emin û dił pêko be qurbanit ebîn
meylî kuştarî heye boye weha
têẍî ebro tîj eka bo ser biřîn
gyan ewa derçû biłê lakatewe
ba şeřefyabî temaşayî bibîn
baẍî ḧusne tel’etit lew baẍeda
ḧeyfe bo bazî xeyałim hełfiřîn
şarezay ew baẍe qet naka heway
lalezarî lenden û baẍatî çîn
çaweřê ta key bimênim lêreda
ya bifermû bimkujin ya bêje bîn
xonîye yek leḧze ey «zarîNasnava edebî» neken
tîrî birjangî le xatir sed birîn