kełkełey dîdare wa min şînî bê samanme

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  790 Dîtin
kełkełey dîdare wa min şînî bê samanme
arezûy seyrî gułî têrawî hewramanCihme
dwê gedayê řût bûm emřo le sayey ’eşqewe
le’il û mirwarîd û gewher piř yexe û damanme
ba bisûtê dił wekû qeqnes be sozî îştyaq
çunke em sûtane bo min merhemî zamanme
ta şewî dûrî berî řojî dîdarî girtûm
şew hetakû řoj her feryad û el’amanme
lem simûmî deştî hîcre bo ewey serberme der
meylî awî«sernehal» û befrî ’ewdałanme
xîmegahî şahî guł dawênî kêwe boye wa
bo temaşa arezûy ser berzî û şaxanme
çî bû em řûnakye wa kewtewe xakî weten
pertewî xurşîde ya enwarî şa’usmanme
ta’îfî ke’bey wefa û sa’îy «miruh û sifaCihErebî»
cur’enoşî çeşmesarî zimzemî ’îrfanme
«micim’ albiḧrînErebî»y şer’e û şahřahî me’rîfet
ye’nî dû deryay gewrey piř duř û mercanme
gyanî řoyştûm wa hato beden şukirî xuda
kam gyan, ew gyane wa mayey hemîşe manme
bo nełêm mûrî suleymanim be hîmmet «zaryaNasnava edebî»
qetreyêkim bênewa beḧrêkî wa mîwanme