be qurbanî henasey ber beyanit bim seba dêre

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  403 Dîtin
be qurbanî henasey ber beyanit bim seba dêre
hewałê bo minî bê dił le ewza’î «siba» bêre
kiławey kêwî kelle hewrî ẍem girtûye biřwane
le awî dîde daman û yexem , golawe, estêre
le jakawî guł, axir baẍeban nabê nîgahê ka
be lutfî def’î azarî nexoşî, şeř nîye, xêre
şikanî piştî sebirim barî îstiẍnay û nazanim
leberçî turkî ẍemzey diłřifênî her be min fêre
xewm wa řoyîwe ta řojî pak estêre ejmêrim
le řaḧet wam zanîwe wecaxî tal’im kwêre
çi derbestî nebûnî nan û awe řoḧî nesrewtûm
le kafey meyneta şagirde, meygêře le ẍem têre
le cestem neşterî ẍem her ewnde hełçeqî nabê
tesewur wa biken mû bê besermo , nukî xincêre
pena bo kê bibem, damanî kê bigirim, be kê bêjim
wekû merdan lem gêjî bełam emcare derbêre
nekem bêhûdewêjî çake çun zincîr sengînî
qeza û derd û nakamî ḧewałey gerdinî şêre
be damanî suleyman destî kotahî emin naga
be lutfî xo xuda bînêrewe dûbare bo êre
’umir ew leḧzeye, dîde be dîdarî minewwer bê
be ẍeyrî ew deme baqî ḧeyatit ’umir mejmêre
be pîrî meykede bêje, le bezmî bade noşîda
pyałey bextî em bedbexte boçî wa serewjêre
neka bişkêt qefes, derçê le des bifřêt û gum bê lêt
dił ey «zarîNasnava edebî» be ḧełqey dawî ew seyyade bispêre