biřêje řeḧmet xuda piř herçî deşt û dere

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  501 Dîtin
biřêje řeḧmet xuda piř herçî deşt û dere
ser ew řesûłey ke qazî řojekey meḧşere
em cejne cejnî ledaykibûnî pêẍembere
cejnî zihûrî cemałî saḧîbî kewsere
ey arezûmendekanî bîstinî wesfî ew
gwê bigirin û dił biden be medḧî ew serwere
nûrî xuda bû ke hat û ’alemî girteber
şu’a’î řojî ewe herçî ke şu’lewere
wextê ke řojî wicûdî hate dinya, dira
be beḧir û beř mujde, lew sułtane mu’tebere
kahînekanî ’ereb wityan le dayk buwe
emşew řesûłê eka bitxane be mesxere
sułtanî mê’race saḧîb tace hat û eçê
bu ’erşî e’la dênê lewê ewî xebere
tahaye, yasîne, nûre, řeḧmete, sefwete
meḧmûde, muxtare, mustefaye nesret dere
sułtanî«asraErebî»ye şaye, ḧamîde, eḧmede
şefê’î řojî cezaye tahîre ethere
esḧab û etba’î pak û çakî ew yek be yek
le xofî řojî ceza bê tirs û derdî sere
dawênî pakî ew û esḧabî herkes ke girt
bê şik necatî ebê le zeḧmet û xetere
řojî murade tilû’î dawe «zarîNasnava edebî» were
dawênî le des mede be řeḧme, ẍem labere