ehlî dinya çaweřê, şah û geda

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  404 Dîtin
ehlî dinya çaweřê, şah û geda
bête dinyawe cenabî mustefa
her le ademKes ta be «’ibdalimtillibKesErebî»
bab û bapîrî hemû ehlî wefa
gewherî zatî le gerdî neqis pak
takû teslîmî be«’ibdalilhKesErebî» kira
yanî wek duř lem sedef bo ew sedef
hate pêş û pê be pê ta kewte la
ew demey dunya ke piř bû le kufir
sucde bo ’uzza ebû nek bu xuda
bû be ayînî ’ereb bitperwerî
dînî îbrahîm asarî nema
bo necatî berdegî pêwîst bû
heq binêrê řehnumayêkî weha
řojî řuxsarî hełat û lat û mat
wek hubel, ’uzza xiza qedrî nema
berqî ew nûre ke şeytanî gezî
bew hemû tezwîrewe piştî şika
zeřřeyê lew berqe bû girtî qełay
furs û çen burcî be ser yekda řima
bo medîne tîşkî ew řoje bû
bû be hewrî řeḧmet û pêda řija
xuşewîsêkî wehaye«zarîNasnava edebî»ya
nek tika bo ême, bo ’alem eka