bizanin be dił bira ke em řoje wek çira
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
1 Xulek
822 Dîtin
bizanin be dił bira ke em řoje wek çira
leber xatrî ew duře nazare hełkira
şewê her ke ew teşrîfî hênaye ser zewî
le cennet kirawe derk û hawîye daxra
zewî piř le şadî û beşarit le ẍeybewe
be şerq û be ẍerb ’erş û kursî felek dira
ewey mayey ḧemd û teḧîyatî barye
le erz û sema û ẍeyre lew şeweda kira
ke ew roje saḧîb nûre ew şewe tilû’î da
sibeynê bit û bitxanekan abřûy bira
şeyatîn yekser mat û meḧzûn û piř xefet
le çûnî ewan bo asman řêge bestira
her lew şeweda çû awî sawe, kujayewe
giřî awir û awir le bitxane ber dira
le pêş ademKes û ḧewwaKes û noḧKes û kelîmda
le ser textî şahî em şehenşaye danra
eme herke min witûme ełbet gelê keme
le medḧî ewa herçî binûsim û nûsra
le řojêkewe ziban le te’rîfya tekan
eda, «zarîKes»ya kemê le wesfî newêjra