diłim piř ḧesret û azare emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  821 Dîtin
diłim piř ḧesret û azare emşew
meger şînî fîraqî yare emşew
řengim zerde, meqamim herde wek şêt
xewm derd û xorakim jare emşew
serim piř êş û sînem piř le sewda
le çawimda muje wek xare emşew
le wêraney minî xatir peşêwa
xefet saqî û ẍem meyxiware emşew
wefa mird û muḧebbet bê semer ma
sefa xewt û cefa bêdare emşew
şepolî seylî xwênawî derûnim
wekû lafawî řû bexware emşew
le germî ahim awir hate nałe
dû çawim mîslî dû cobare emşew
ciger piř nałe û suraxe çun ney
serim semtûr û řeg çun tare emşew
duçarî sozî hîcre boye «zarîNasnava edebî»
le gyan û małî xo bêzare emşew