sedef bew duře wextê behrewer bû

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  484 Dîtin
sedef bew duře wextê behrewer bû
sedef saḧîb, musemmem bo sefer bû
ecel girtî yexey ’umrî le řêda
duçarî mergî piř êş û xeter bû
gułî baẍî sefa bê baxewan ma
giřî ḧesret le beřiř û beḧir ber bû
zewî mat û hewa piř ah û nałe
felek şêt û melîk dił piř şerer bû
ke amîne jinewtî em qezîye
le firmêsk, yexey ẍerqî guher bû
egerçî keylî ḧesret bû derûnî
be şukirane zubanî piř şeker bû
witî yařebbî to xot agedarî
ke nûrî her dû çawim bê pider bû
le xakî ẍurbeta şarawe wek genc
le ’îffet ew lîbasim wa le ber bû
ḧesarî berzî ummêdim le nakaw
be lafawî fena zêruzeber bû
ḧewałey ḧîfzî toye ya îlahî
duřî esbab, îcadî beşer bû
zemanê em «nebîKes» bû her ke adem
le bûnî xoy û nesłî bê xeber bû
pena bew şaye bigre «zarîNasnava edebî» her ke
le ê’cazî yekê şeqqî qemer bû