mûy sipî bang eka besye xew

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  828 Dîtin
mûy sipî bang eka besye xew
dwa mekewe řapeře axrye şew
qafłeçî piř demî hawar eka
hełgire pê qafłe řoyî be dew
řêgeyê wa piř xeter û çoł û dûr
zeḧmete tenha bibřê řahřew
bo seferit toşeyê amade ke
katî xele û xermene wextî direw
bê ’emel ey dîde xeyałî necat
meḧzî ẍurûre be delîlê pitew
ẍûlî hewa řûy ke tê kirdûy
şêtit eka hełbike piştit le ew
merg ezanî eřfênê û eba
em hemû zîřoḧe wekû waşe, kew
toş xorakî ewî nobet ke hat
qûtit eda«xwah» leřî ya qełew
«zarîNasnava edebî» ke dinya ebřêto dexîl
menziłî baqî nefruşît bew