cemałî toye řûnakî şemî şew

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  890 Dîtin
cemałî toye řûnakî şemî şew
xuda bêbeş neka çawî emin lew
şewêkî bê beyane řojî dûrî
şewî dîdar wek řojêke bê şew
lexo bêzare çaw ey dîde sa bê
binê pa def’eyê ser çawî bê xew
xewt birdim be nazî nêrgisî kał
mîsalî waşe, pasarî, heło, kew
diłim meşkêne ba neřjête ser xak
xezêney şewqî to wek xwênî xusrewKes
xeyałim hate seyrî baẍit agay
le daney xał û dawî zułfî to new
çi şîrînêke ferhadî be ḧesret
nekuşt, aga be ey dił to nebî bew
min em duř paşîyem ew wexte zanî
le lutifit kewte ser em xake peřtew
be ẍeyrî mîhrî tu «zarîNasnava edebî» miḧałe
bisênî seqizCih û baneCih be yek cew