şa ke hatî piştî têkird û be gijya çû nehat

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  482 Dîtin
şa ke hatî piştî têkird û be gijya çû nehat
kaxî se’di’away wa lê bû be neḧis awa hełat
bê wefayî řozgarit dî ke çî hawirde pêş
dwêke şahenşa bû emřoke awarey wiłat
«nyaweran» endûhnak û kaxî meřmeř piř le dax
bo ewane herke diłxoşin be çen řojî ḧeyat
bo le kaxî gułistan napirsî kwa guł perwerit?
kwa gułałe û ẍunçe û kwa bulbulanî xoş sedat
kwa pyałe û saqî, kwa bade û kwa badenoş
kwanê zîrubem kwanê sozî ney kwa bezmî şat?
ta wiłamit batewe, berqê bû hat û têpeřî
ya xewê bû dîm û řoyî ya xeyałî bê subat?
ademîzadê nîye em ejdeha neygeztibê
«řestigar» ew merdeye bem desbiře biřwa nekat
çake wek witûyane ebê biřwa, biřwa bikeyn
hîçe dinya hîçtir lew ew kese řûy tê ekat
mułk derwêşî ewê« zarîNasnava edebî» ke lewda kes nîye
hełmetî batê, yexey bigrêt û tałanî bikat