le baẍî ’alema serwê nezîrî qametî ře’nat
ẍunçeyê le gulzar wesfî tikakar bo řestigarî damawanî giriftar le řojî piř azar û hawarda
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
4 Xulek
932 Dîtin
le baẍî ’alema serwê nezîrî qametî ře’nat
nebû nabêt û nayabe gułê wek tel’etî zîbat
be çî teşbîhî řuxsarit bika şa’îr le cwanîda
ke em xurşîde ’alem tabe şêwey ḧusnî to nadat
be her cwanê ke teşbîhit ekem teb’en peşîmanim
ke hoşim ẍeyrî to cwantir le to lêm řûne des naxat
selîqey pê dewê û honînewey duř takû layq bê
dił aramî cemałit ey dił aramim zyatir kat
be ewsafî cemałî diłberit gerçî xeyałatim
gelê sergerme wek pêwîste destî qudretî nagat
le sarayekî bê dar û gyah û germ û bê awa
îradey ḧeq weha bû «cinit almawaErebî»yê berpa kat
bereḧmî bêḧedî toy kirde tûbay ew gułistane
le sêberta ke cismanî û řoḧanî pişûyê bat
bełê tacî se’adet ser’enê herkes le dinyada
be fermûdey seḧîḧ û piř le diłsozît biřwa kat
dirêẍe ḧesrete êşe peşîmanî û bedbextî
le ayînî seḧîḧî pak û řûnakit kesê ladat
ke to bem core şem’î ’îffet û fezil û kemałatî
le dewrit ba wekû perwane dił, awir le xo berdat
ebê awî ḧeyatî waqî’î fermayşî tobê
bedił herkes werîbgirêt û bê terdîd noşî kat
ebûbekirêke «alatqîErebî» nîşanî îmtyazî ew
«abuḧfisErebî»êkih «lukanErebî» meqamî ew eka îsbat
befermûdey eto herkes neka řeftar û munkîr bê
ebûcehlêke pamałî şepolî qehrî seyl asat
eḧed nawî be eḧmed birdûy îdî emin çi biłêm
çiranewtî legeł xurşîdî tabana ebê çi bikat
le «ایقرەا byasmî rebّyikeErebî» ger bedîdey hoş biřwanîn
ezanîn çende em şagirde meḧbûbe û kirîm alzat
le tîkirarî bixiwêne «rebّwike الاەکرەمErebî» nimayane
ke boẍeyrî ew em te’lîme piř te’zîme des nadat
ḧeřa bû medresey mexsûsî em tełqîneçun lewda
peyamî diłpezêr û pakî bo pêẍemberî serhat
«alim nişirḧErebî» beşaret bo tilû’î řojî ’îrfanit
«feterzeyErebî» mijde bo berzî meqamî xulqetî walat
lebeḧrî «’elّeme alaynsanErebî» ewndet cur’enoşî kird
le lewḧî sîneta sabit ne kullî bełkû «ciz’yatErebî»
be cewwadî eto hewrî beharî bê goman nabê
be cezzabî kelamî diłberit sed kareba nagat
beharî de’wetit mayey sirûrî dostanit wek
qyamî «qim fi’enzirErebî» awrî berda diłî e’dat
betêẍî tîjî weḧdet řîşeyî şîrkit weha pey kird
hubel bêqedir û qîmet wek menat û lat û ’uzza mat
bitan wibit peristanî be carê kirde pendî ’am
řewîyey cwan û exlaqî pesend û ’adetî e’lat
min û em wesfe? ḧaşa! çon eka mêşûle ’enqayî?
duřî em beḧre ẍewwasî ewê bitwanê destî xat
be gyan û dił epařêmo le qapî řeḧmetî yezdan
be dîdarî muşeřřef bim be maçî xakî berdergat
be birjangim bimałim xakî ew řêge ke pêt lê na
be eltafî îlahî çaweřêm em firsetem pê bat
be xomim wit emane bo biłêm aya le řûy hełdê
segî xwêřî le xawen mał nan û aw dawa kat?!
pezîrayî cenabî toye «a’tînak alkusirErebî»
«hwalabtirErebî» nîşaney negbetî bo dujminî bedxiwat
letoda koye her xasîyetê meḧbûb û merẍûbe
leme zyatir çi nazanim fîkir’em deşte tey nakat
beḧusnî sûřet û sîret le mewcûdat mumtazî
bełê esił û wicûdî to, û fer’î toye mewcûdat
be dû destî řica dawênî lutif û hîmmetit egirim
ke todesgîrî bê teqsîrî bo eḧya û bo emwat
ełêm ey şasewarî ’erseyî bedir û ḧuneyn û fetiḧ
ełêm ey nûrî dîdey enbya ey saḧîbî ayat
be zarî hatim û xom xiste astaney cewanmerdît
ẍenî nabê lesfirey nî’metî muḧtac bêbeş kat
le ’alemda minim yek zeřře hîwadarî řeḧmet çun
xełatî riḧimةً lil’almînErebî ey şah boto hat
îlahî bermede destim le destî em tikakare
ke ber lew řojî sextî kes tika bo hîç kes nakat
le beḧrî bê kenarî řeḧmetit lafawî bê wişkaw
biřêje ser wicûdî xoy û alî her deqîqe û kat
meger xellaqî ew dana be exlaqî ḧemîdî bê
zibanî lałî to «zarîNasnava edebî» jimarî wesfî ew nakat