zerde sozey dił le dûrîda û nizîke be fewt

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  687 Dîtin
zerde sozey dił le dûrîda û nizîke be fewt
def’eyê řêgay dîdarî nedamê bextî çewt
wîstî awê be awirda biřêjê dîde, dîm
bo biłêsey awrî tîjî derûnim bû be newt
çûme serçawey ḧeyat û saqî û peymane hat
’alemê têr’aw bûn û min qumêkim bernekewt
bo temaşakirdinî xurşîdî řuxsarî gelê
çaweřê bû dił ke şołe derkewêt û dernekewt
bo wedeshênanî dîdarî gelêkim da tekan
bextî bê hêzim le lêjî bê muradî sernekewt
def’eyê ger firsetî wesiłim bidatê řozgar
seyrî ew heştem gerek nawêt û natirsim le ḧewt
zîndigî û merg lay ehlî sefa wesłe û fîraq
’eyşî xoş ey «zarîNasnava edebî» dîdare û cyayî yar, mewt