biřwane çi ḧeşrêke ey dîde le hîcranit

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  781 Dîtin
biřwane çi ḧeşrêke ey dîde le hîcranit
layê bikewe lêman destî min û damanit
ba negrê berî řojî řuxsar, şewî perçem
em care nîşanim de xurşîdî direxşanit
takey minî bêçare meḧřûmî wîsałit bim
bem core kiz û ’aciz gîrodeyî giryanit
bu ẍaretî eqiłim çaw hełmebře be ẍemmazî
ba sîne neka letlet şimşêrî birokanit
hey hey mede sa cewlan bew perçeme tatate
şêtî meke dîsano mecnûnKesy byabanit
pûrey hengî eřwaḧî wa pêwe le sed cêge
ser ta be qedem bałat wek zułfî perêşanit
bê řeḧmîye dapoşîn ew şem’e le perwane
naşukirîye derkirdin em teyre le bustanit
baẍêkî sefabexşe ew řûte welê sed ax
bo men’î temaşaman kêşkiçîye mujganit
aga be nebî têkeł be xwênî diłî «zarîNasnava edebî»
wextê ke dekey şane zułfanî perêşanit