boye pêm xoş ewê pêy bême dirgat

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  762 Dîtin
boye pêm xoş ewê pêy bême dirgat
serim boye ewê bînême ber pat
boye çawim ewê toy pê bibînim
diłim boye ewê bo şewqî bałat
le ẍem azad fikirêkim eger bû
ewîş wa kewte dawî zulfî tatat
le ḧed der çû le dûrî bê qerarîm
xuda key em zistanî hîcre eřwat
le bedbextî û şûmî xome destim
be damanî keway ew şoxe nagat
le şerma bedir pamałî esef bû
le burcî naz ew ẍunçe ke derhat
wîsałî nadenê ’aşiq hetakû
be xwênawî ciger desniwêj neşwat
demî newroze bezmî bulbul û guł
seba babî le baẍ ew zaẍe derkat
sibey qurbane, řoḧim qoçe eykem
be qurbanî qedî serwî dił arat
kesê lem bezmeda hoşyare «zarîNasnava edebî»
le ’îşq awir le ḧał û mał berdat