taqetî bulbul le ḧed derçû xuda bo guł nehat?

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  879 Dîtin
taqetî bulbul le ḧed derçû xuda bo guł nehat?
merhemî êş û fîraq û derdekanî dił nehat
wa le tarîkî şewî hîcir û quřawî meyneta
matiłim, bo řoşnayî exterî kamił nehat
întizarî xoşe bo ’aşiq be ummêdî wîsal
mirdim û aramî qelbî zar û bê ḧasił nehat
ta le pûşî dił giřî şewqî cemałit bernebû
mencełî sînem be zûxałî cyayî kuł nehat
bo nekem şîwen le lay ew şoxewe ta em demh
mujdeyê bo îmtînanî qelbî bê tamił nehat
xo lejêr befrî fîraqa pûşî wişkî ten řiza
ey xwa çibkem beharî ’umrî bê ḧasił nehat
quř be serda bo nekem lew řojewe dinya heye
karî hîç kes zaryaNasnava edebî wek karî to muşkuł nehat