dwê qerarî da ke bêt û merḧebayêkim bikat

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  669 Dîtin
dwê qerarî da ke bêt û merḧebayêkim bikat
awrî şewqî le dił berda xuda boçî nehat?
lem şewî hîcraneda ger řojî řuxsarî nebê
bê dił û çawêkî wek min pey be wesłî key ebat?
dił be ummêdî qedem bosît le řêda kewtuwe
to xuda pay lê binê bełkû be awatî bigat
xoştire bo min le awî zîndeganî yek qiset
çaktire bo min le mułkî herdû ’alem yek nîgat
namewê ew qelbe şewqî qametî toy tya nebê
’aczim lew qałbe řoḧî be qurbanit nekat
awrî şewqit biłêsey bestûwe biřwane lêm
awrî ahî mine awir le awiř ber edat
gyanî şîrînim çi neqsê řû eda ger def’eyê
’aşiqî şem’î cemałit dey be dîdarê necat
şerḧî dûrî ger bidem, awir le awir ber’ebê
sozî sîne ger bikem îzhar, esûtê ka’înat
lem hemû zexme ke şimşêrî birot eyka le dił
lem hemû tîre ke birjangit le gurçîley edat
lem hemû zehre ke saqî fîrqetit eyda be dił
lem hemû bê mîhrîye zułifit legeł êmey ekat
ẍeyrî xizmet le’lî lêw û xał û xendey diłberit
lay kesêkî kih «mi’azalilhErebî» biba «zarîNasnava edebî» şikat