piř le şor û şînî dûrî bû derûnî bê sebat

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  557 Dîtin
piř le şor û şînî dûrî bû derûnî bê sebat
bo tilû’î řojî řuxsarit kitupiř mujde hat
her le qapî ḧucrewe bo xakbosî ta ḧerem
pol be pol erwaḧ wêsan û leser her cêge pat
daru berd û xak û xaşakî guzerga serbeser
gyan û çawin û hatûn bo maçî damanî kewat
wextî hatin çawim, aga be! le řêta kewtuwe
ser beseryekda wekû berdî çemî ber xaneqat
çî le bedbextî minî bê dił xeyałî munserf
kird û geřyawe xuda bo hat û axir bo nehat
min şikatî êşî dił lay kê bibem îlla ḧebîb
ẍeyrî ew kwanê tebîbê wa ’îlacêkim bikat
bê ḧeyayî xoşe «zarîNasnava edebî» pêşuwan emyanewt
şeř le bêkarî netîcey çatre emma be kat